Kongreya HDP'a ya Stenbolê destpê kir 2017-06-11 13:39:35 STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi hişyariya “Em dê bi seferberiya rêxistinbûnê teqez bi ser bikevin" dest bi 2'emîn Kongreya Xwe ya Asayî kir. Kongre, li Navenda Pêşandanê ya Bostanciyê pêk hat. Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi hişyariya “Em dê bi seferberiya rêxistinbûnê teqez bi ser bikevin" 2'emîn Kongreya Xwe ya Asayî li Navenda Pêşandanê ya Bostanciyê pêk anî. Kongre di saetên serê sibê de dest pê kir. Li salona kongreyê pankartên “Em dê bi seferberiya rêxistinbûnê teqez bi ser bikevin", “Me bi ciwanî dest pê kir, em dê bi ciwanî bi qetînin" û “Jin bi wêrekî di ber xwe didin, ji bo azadiyê di ber xwe didin" û “Ji xerakirina Sûrê re na", “Rojnamegerî ne sûc e, ji rojnamegeran re azadî", “Jin jiyan azadî” û “Israra sosyalîzmê îsrara mirovahîbûnê ye" hatin vikirin. Dîsa li salonê wêneyê parlamenter û siyasetmedarên hatine girtin hatin daliqandin û li bin wan "Vîna gel nayê darizandin" hat nivîsandin. Dîsa pankarta wêneyê Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel li ser heye a “Binçavkirin û girtin me bêzar nake" vekirin. Beşdarên kongreyê bê navber siloganên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan na be” berz kirin. Li salonê parlamenterên HDP'ê, endam û rêveberên ESP, Partiya Şoreşger, SYKP, SODAP, BDP, HTKP û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Beriya kongre dest pê bike Hunermend Mervan Tan derket dikê û stran got. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rapor bên xwendin û hilbijartin pêk bê dê rêveberiya nû bê diyarkirin. Li bendê ye ku Hevseroka Giştî HDP'ê Serpil Kemalbay jî tev li kongreyê bibe.