Li Girtîgeha Bandirma girtî rastî lêdanê hat 2017-06-11 15:05:15 ÎZMÎR - 8 girtiyên siyasî yên sewqî Girtîgeha Bandirmayê hatin kirin, ji ber lêgerîna tazî qebûl nekirin rastî lêdana lîncê hatin. 8 girtiyên siyasî yên ji Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kiriklara Îzmirê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bandirma hatin kirin rastî lêdanê hatin. Rayedarên girtîgehê xwestin girtiyan tazî bikin. Lê ji ber girtiyan destûr nedan ku bên tazîkirin rastî lêdana rayedarên girtîgehê hatin. Girtî Cihat Samî agahî da malbata xwe û diyar kir ku rastî lêdanê hatine. Yakup Samî diyar kir ku birayê wî li wan geriya ye û serpêhatiyên xwe bi wan re parve kirine. Yakup Samî, anî ziman ku girtî rastî lêdanê hatine û îşkence li wan hatiye kirin. Samî, da zanîn ku ji ber lêdanê laşê birayê wî reş û şîn bûne û girtiyê bi nave Orhan jî ji ber lêdanê serê wî hatiye şikandin. Samî, da zanîn ku ew dê gli bikin.