Di şerê li Cûdî de 2 cerdevan û leşkerek birindar bûn cerdevanek mir 2017-06-12 08:00:12 ŞIRNEX - Li Çiyayê Cudî şer derket. Di şer de 2 cerdevan û leşkerek birîndar bûn. Cerdevanek jî mir. Li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê di navbera leşkerên derketin operasyonê û endamên PKK'ê de şer derket. Di şer de 2 cerdevan û leşkerek birîndar bûn. Leşker û cerdevanên birîndar bûn rakirin nexweşxaneya leşkerî ya Şirnexê. Cerdevan Abdurrahman Avci ku di şerê duh de birîndar bû jî jiyana xwe ji dest da. Abdurrahman Avci ku birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Avci li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.