HDP dê sifreya ruyê erdê li Ben û Senê raxin 2017-06-12 09:17:08 AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi armanca şewirmendiya gelê Sûrê dê sifreya ruyê erdê li tenişta Bircên Ben û Senê raxin û fitarê bidin gelê Sûrê. Rûxantina xanî û malên gelê taxên Lalebey û Alîpaşa yên Sûrê ku di 23'ê Gulanê de dest pê kiribû didome. Gelê Sûrê jî li dijî xerakirina xanî û warên xwe di ber xwe didin û bi biryarin ku ji mal û taxên xwe dernekevin. Rayedarên dewletê jî li aliyekî xaniyan xera dikin û li aliyê din av û ceyranê ji ser welatiyan qud dike da ku mal û warên xwe terk bikin. Platforma Ji Xerakirina Sûrê re Na jî bi armanca piştevaniya gelê Sûrê kampanya “Xwarina xwe û ava xwe hilde û were Sûrê." berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de roji bi roj tevlêbûn zêde dibe. Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi armanca piştgiriyê bide gelê Sûrê û piştevaniya gelê Sûrê bike dê di 14'ê Hezîranê de li tenişta bircên Ben û Sen'ê sifreya ruyê erdê raxin û fitarê bidin gelê Sûrê. HDP bi armanca piştevaniyê dê di 14'ê Hezîranê de li navçeya Sûrê di navbera Deriyê Riha û Deriyê Mêrdîn de dê sifreya ruyê erdê raxin û xwarina fitarê bidin gelê Sûrê. Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, Parlamenterên HDP'ê û rêveberên HDP'ê jî dê beşdarî fitarê bibin. Disa dê nûnerê Platforma Ji Xerakirina Sûrê re Na jî beşdarî sifreyê bibin. Dîsa li bendê ye ji bo piştevaniyê ji navçeyên Amedê jî bên tev li bernameyê bibin. Dê di bernameya sifreya ruyê erde de bang li rayedar û nûnerên UNESCO jî bikin û ji her kesî bixwazin li hemberi rûxandina Sûrê bêdeng nemînin.