Li Şirnexê 65 welatî serbest hatin berdan 2017-06-12 11:41:51 ŞIRNEX - Di serdegirtina malên gundên li derdora Çiyayê Cûdî de 65 welatiyên hatin binçavkirin serbest hatin berdan. Li gundên Cifanê, Aket, Serêdehle, Şilerit, Avgamasiya û kanên komirê yên li qûntarên Çiyayê Cûdî ku bi ser navenda Şirnexê ve beriya du rojan 65 welatî hatibûn biçavkirin. Piştî îfadeyên 65 welatiyan li qereqolên gundan hatin girtin serbest hatin berdan. Hat zanîn ku 65 welatî bi hincetên “Alîkariya rêxistinê kirin e” û “Fînansmaniyê ji rêxistinê re temin kirin e” hatine binçavkirin.