Ji AÎHM’ê biryara KHK: Biçin Komîsyona Lêkolînê 2017-06-12 12:02:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Mamosteyek ku bi KHK’ê hatibû îxraçkirin a serî li AÎHM’ê da û lê navnîşana serlêdanê Komsîsyona OHAL’ê hat nîşandan. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHM), bersiv da serlêdana mamosteyek bi Biryara di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat îxraçkirin. Dadgehê, ji mamoste re Komîsyona OHAL’ê wek navnîşan da nîşandan. Li bendê ye ku hin serlêdanê dişibin vê yekê AÎHM biryara emsal bide. Lê AÎHM’ê komîsyona ku daye diyarkirin hêj ne neketiye faliyetê. Muxalefet jî tîne ziman ku komîsyon têra daxwaza bi hezaran kesên hatine îxrackirin nake.