Serxwebûna bêparlamento! 2017-06-12 13:16:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya yê mêvan Mihyedîn Melko, helwesta Barzanî ya Serxwebûna Kurdistanê rexne kir û armanca helwesta wî pirsî. Nivîskarê mêvan ê Rojeva Medya Mihyetîn Melko di nivîsa xwe ya vê hefteyê de li ser helwesta Barzanî û nêzîkatiya Kurdistana Serbixwe rawestiya. Melko wiha got: "Demeke dirêj bû ku rêveberiya PDK’ê û Barzanî her tim digot; ‘Em ê serxwebûna başûrê Kurdistanê ragihînin’. Herî dawî di 7’ê Hezîranê de bi tevlêbûna hinek partiyên Başûr li Pîrmanê civînek hat lidarxistin û di wê civînê de biryar hat dayîn ku referanduma serxwebûnê di 25’ê îlona 2017’an de pêk bê. Piştî ku biryar hat aşkerakirin di serî de Tirkiyeya ku Barzanî her tim wek ‘dosta qedîm’ bi nav dike û gelek dewletên din nerazîbûn nîşan dan. Li başûrê Kurdistanê jî di serî de Tevgera Goran ku 24 parlamenterên wê hene û gelek partiyên din, ji ber ku PDK’ê meclis girtiye û biryaran li derveyî meclisê dide, tev li civîna referandumê nebûn. Kurd ji vê gava Barzanî bi guman in Di rewşa heyî de piraniya gelê Başûr alîgir e ku Başûr serxwebûna xwe ragihîne. Lê bayê hênik û navê xweş ê serxwebûnê jî nekarî gumanên li ser kirinên Barzanî belav bike. Gelê kurd û aliyên siyasî yên Kurdistanî bêguman piştgiriyê didin her gav û pêngava ku destkeftiyên Kurdistanê qayîm û xurt dikin. Lê rastî nikare fikar û gumana ji ber kirinên PDK û Barzanî ji holê rake. Çima û çawa? 1 – Parlamento ji hêla PDK û Barzanî ve hatiye girtin û karên wê hatine betalkirin. Civîna serxwebûnê jî li derveyî parlamentoyê tê lidarxistin. 2 – Rêveberiya Iraqê ku niha Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî girêdayî wê ye, aşkera kir ku di makeqanûnê de rê nayê dayîn ku Herêma Kurdistanê yekalî serxwebûna xwe ragihîne. 3 – Tirkiyeyê jî bi zimanekî bêhurmet nerazîbûn nîşanî biryarê da. Lê em baş dizanin ku Barzanî û PDK ku li dijî Kongreya Neweteyî ya Kurdistanê ne, tu carî pêngaveke ne li gorî dilê Erdogan û Enqereyê naavêjin. Lewre piştî nerazîbûna Barzanî bi gotina ‘Referandum nayê wateya serxwebûnê’ paşve gav avêt. 4 – Piştî ku roja referandumê hat aşkerakirin, Îran, Amerîka û Almanyayê nerazîbûn nîşan dan û bi taybetî Almanyayê got ‘Biryar li derveyî parlamentoyê hatiye dayîn û pêkanînên ne demokratîk ên PDK’ê cihê gumanê ne’. 5 – Li herêmên ku statuya wan nehatiye diyarkirin ên wekî Kerkûk, Celewla, Xurmatû û Mûsilê ne diyar e ku referandum li van cihan bê kirin an na. Ev xal gelekî girîng e. Dibe ku ew dever di vê lîstikê de ji dest biçin û ew bên qurbanîkirin. Armanca Barzanî çi ye? Tê gotin bi vê biryarê armanca Barzanî ew e ku nerazîbûna gel a ji ber karên nelirê, desteserkirina parlamentoyê û taloqkirina hilbijartina serokatiya herêmê kêm bike. Lewre analîstên siyasî dibêjin ev gav ji bo bilindkirina hestên gel e û armanc kêmkirina berteka li dijî PDK’ê ye. Sedemên mafdar ên nerazîbûna gel û aliyên siyasî hene. Başûr xwedî parlamento ye. Lê dema hilbijartinê hatiye û derbas bûye jî hîn Barzanî û PDK destûrê nadin. Tevî ku rêveberiya Başûr di qada navneteweyî de xwedî hemû taybetmendiyên serxwebûnê ye jî em baş dizanin ku benê xwe dixe destê Tirkiyeyê. Lewre jî gumana gel ji van kirinan heye û tê gotin ku serxwebûnek bê parlamento û bê demokrasî nabe."