Rakirina peykerê Ugur Kaymaz birin rojeva meclîsê 2017-06-12 16:03:22 MÊRDÎN - Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan, peykerê Ugur Kaymaz ê ji aliyê Qeyûmê ve hat rakirin bir rojeva meclîsê û xwest bê bersivandin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Alî Atalan, rakirina peykerê Ugur Kaymaz ê polîsan bi 13 guleyan li navçeya Qoserê kutibû anî rojeva meclîsê. Parlamenter Alî Atalan di pirsnameyê de wiha got: "Ji bo Ugur Kaymazê 12 salî ku bi 13 gulayan hatî kuştin neyê ji bîrkirin û êşên wek wê neyên jiyankirin. Şaredariya Qoserê bi vîna gel di 4'ê tebaxa 2009'an de li Qoserê geroka Ugur Kaymaz peykerê du zarokên kevok di destê wan de çêkir. Bi fermana Kayum Ahmet Odabaş ê ku hatî avêtina şaredariya Qoserê peykerê Ugur Kaymaz hat hilweşandin û rakirin." Atalan ev pirs ji wezîr pirsîn: 1) Sedemê rakirina peykerê Ugur Kaymaz çiye? 2) Ji bo ruxandin û rakirina peyker fikrê endamên meclîsa şaredariyê hatiye girtin an ne? 3) Peykerê ku bi erêkirina gelê Qoserê hatî danîn, ji bo rakirina wî fikrê gel hatiye girtin an ne? 4) Peykerê ji bo bîranîna Ugur Kaymaz ku du zarokên di destê wan de kevok heyî kê bêzar kir? 5 ) Rakirina peyker ne êrîşkirina gelê Qoser û belgeya dîroka gelê kurde? 6 ) Hun difirkirin ku ji bo peykerê ku hatî rakirin dîsa li cihê ku aidî wê were danîn hun difirkirin ku ferman bidin ? 7) Hun li ser rakirina heykel û navên meydanan ku navên ji bo gelê kurd girin hatîn dayîn ji aliyê kayuman ve tên rikirin bi xeberin yan ne ? Hun van kirinên kayuman erê dikin an ne ?