Rojnameger Zehra Dogan hat girtin 2017-06-12 16:41:18 AMED – Rojnameger Zehra Dogan li ser rêya Mêrdîn Amedê hat binçavkirin. Ji ber ku cezayê Dogan hatibû erêkirin ew şandin girtîgehê. Rojnameger û Edîtora Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) a bi KHK'e hat girtin Zehra Dogan a ku li Nisêbînê hat binçavkirin û 141 rojan li girtîgehê ma û hat berdan, piştî dadgehê cezayê wê yê 2 sal û 9 mehan erê kir, îro li ser rêya Mêrdîn û Amedê hat binçavkirin. Rojnameger Dogan li navceya Nisêbînê ya Mêrdînê di dema qedexeyên derketina derve de dema ku nûçe dişopand di 23'yê tîrmeha 2016'an de hate binçavkirin û ji ber îfadeyên "şahidên nepen" bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin. Dogan di 9'ê kanûna 2016'an de di yekemîn danîşa doza ku li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin de piştî 141 rojan hate berdan. Di doza ku di 2'yêadarê de hatibû dîtin de ji ber wêneyên ku li Nisêbînê xêz kiriye û nişeyên Elîf Akboga ya 10 salî kiriye nûçe 2 sal û 9 meh û 22 roj ceza lê hatibû birîn. Dosyaya Dogan a şandibûn Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê ji aliyê dadgehê ve hat erêkirin. Piştî cezayê Dogan hat erêkirin der barê wê de biryara girtinê hatibû dayîn.