Li hemberî wesayîta leşkerî êrîşeke bombeyî 2017-06-12 18:18:28 AMED - Li ser riya Amed-Farqînê di dema derbasbûyîna wesayîta zirxî de teqînek çêbû. Li ser riya Amed-Farqînê li nêzî gundê Bagdereyê di dema wesayîta zirxî de teqînek çêbû. Hat îdiakirin ku di teqînê de birîndar tune ne, lê belê wesayît texrîb bû. Ji bo lêkolînan rê ji çûnhatinê re hat girtin.