Li Şirnexê malên saxlem jî tên rûxandin 2017-06-13 09:18:55 ŞIRNEX -Li Şirnexê, dest bi rûxandin avahiyên ku der barê wan de biryara rûxandinê tune ye jî hat kirin. Komên girêdayî Wezareta Hawirdorê ji welatiyên ku naxwazin ji malên xwe derkevin re wiha gotin: "Hûn bi ku ve diçin biçin me eleqedar nake. Ev ne pirsgirêka me ye." Li Şirnexê, piştî qedexeya ku di 14'ê Adara 2016'an de hat îlankirin û 8 mehan domand, gelek tax hatin serobinokirin. Rûxandina li van taxan hîn jî didome. Berê li taxên wek Yeşîlyûrt, Bahçelîevler, Gazîpaşa û Dîcleyê rapora saxlembûnê ji bo hin malan hatibû dayîn. Lê belê, komên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî biryara rûxandina van avahiyan jî da. GELEK MAL HATIN VALKIRIN Û RÛXANDIN Polîs, zabite û komên girêdayî Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê 10 roj berê yeko yeko li zêdeyî 300 malî geriyan û ji malbatan xwestin ku demildest malên xwe vala bikin. Piştî ku biryar hat teblîxkirin, gelek malbat neçar man ku malên xwe vala bikin. Her wiha hin malbat jî ji bo ji malên xwe dernekevin li ber xwe didin. ‘BI KU VE DIÇIN BIÇIN, ME ELEQEDAR NAKE' Li Taxa Bahçelîevlerê, ji 5 malên saxlem yek jê jî ya malbata Barkin e. Zelîha Barkin ku 8 meh in tevî hevjînê xwe û 5 zarokên xwe mala xwe diselihîne, diyar kir ku ji wan jî hatiye xwestin ku mala xwe vala bikin. Barkin, ragihand ku di serê meha Remezanê de komên rûxandinê dubare ji bo valakirin û rûxandina malê hatine. Barkin, diyar kir ku heke ew ji mala xwe derkevin cihekî ku biçinê tune ye. Barkin got ku komên girêdayî wezaretê ji wan re ev tişt gotiye: "Hûn bi ku ve diçin biçin, me eleqedar nake. Ev ne pirsgirêka me ye." BANGA PIŞTEVANIYÊ Barkin, anî ziman ku rewşa wan a aborî nebaş e û wiha bang kir: "Hemû zarokên min biçûk in. Em jî nizanin ku em ê bi ku ve biçin, lê wisa xuyaye dê me derxînin. Cihekî ku em lê bi cih bibin tune ye. Divê gelê me yê welatperwer xwedî li me derkeve û alîkariyê bike."