Li Kadikoyê kesek hat kuştin 2017-06-13 10:01:05 STENBOL- Li navçeya Kadikoyê polîsan bi ser malekî de girt, bi îdiaya 'pevçûn derketiye' û kesek hatiye kuştin. Hêzên girêdayî Miduryeta Polîsan a Stenbolê, li kuçeya Koşuyolu ya Kadikoya Stenbolê bi ser malekî de girtin. Di dema serdagirtinê de hat îdiakirin ku di navbera polîs û kesê di mal de pevçûn derketiye û di pevçûnê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Kesê hat kuştin navê wî nehat zelalkirin, ji bo teşhîsê cenazê wî rakirin Saziya Tiba Edlî ya Yenîbosnayê. Der barê bûyerê de lêkolîn berdewan dike, lê hêj der barê naveroka operasyonê de tu agahî nehatiye belakirin.