QSD`ê komek sivîlên Reqqa ji deztê DAIŞ`ê rizgar kir 2017-06-13 10:58:31 REQQA – Şervanên QSD`ê hejmarekî din a sivîlên Reqqayê ji destê DAÎŞ'ê rizgar kirin û ew derbasî cihên ewle kirin. Şervanên QSD`ê ku 8 rojin bi navê Cenga Mezin li dijî DAÎŞ'ê şer dikin, roj bi roj di bajarê Reqqayê de bi pêş ve diçin. Li gorî agahiyên Nûçeya Ajansa Hawarê (ANHA), şervanên QSD'ê li aliyekî taxan rizgar dikin, li aliyê din welatiyan ji destê DAÎŞ'ê rizgar dikin. Di vê çarçoveyê de şervan bi baldarî nêzî cihê ku sivîl têde dibin û wan ji nava pencên çeteyên hov rizgar dikin. Şervanan komek sivîl li taxên Sînaa ya rojhilat û Hitîna rojavayê Reqqayê ku niha şerekî dijwar li her du taxan rû dide, rizgar kirin. Şervanên QSD`ê piştî ku sivîl rizgar kirin, ew derbasî cihên bi ewle kirin. Paşê sivîlên ku hatine rizgarkirin berê xwe dan kampa Eyn Îsa ya koçberên Reqqayê. Bi destpêkirina hemleya rizgarkirina Reqqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, şervanên QSD`ê dikarbûn bi sedan sivîl ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikirina.