Ji doza 8'ê Adarê dîsa biryar derneket 2017-06-13 11:55:22 ÎZMÎR - Di 8'ê Adarê Roja Jinên Kekdar ên Cîhanê de şahî hatibû lidarxistin, bi îdiaya 'propagandaya rêxistinê' hatiye kirin, doz hatibû vekirin, ji ber heyeta dadgehê ne amade bû, doz hat taloqkirin. Di 8'ê Adarê Roja Jinên Kekdar ên Cîhanê de şahî hatibû lidarxistin û Sekretera Egîtîm Senê ya berê Ayşegul Kocaaslan axaftin kiribû û Ozlem Gunduz dovîzên ku hilgirtibû der barê wan de doz hatibû vekirin, doza ku 7'emîn car hat dîtin. Doza ku bi sûcdariya 'propagandaya rêxistinê' li 12'emîn Dadgaha Cezayê Giran a Îzmîrê tê dîtin de, Kocaaslan û parêzerê wê amade bûn, berdevkên rêxistinên jinan wek şopîner tev li dozê bûn. BIRYAR DERNEKET Di rûniştinên borî de meqama îdiayê mutalaya xwe dabûn, ji ber vê diviya bû piştî parastinan biryar bihata dayîn, lê ji ber ku serokê dadgehê hatibû guhertin û di dosyayê de dozger ne amade bû rûniştin taloqî 16'ê Cotmehê hat kirin.