Ozdemîr a ji ber lêpirsîna KCD'ê hat girtin hat berdan 2017-06-13 12:13:54 AMED - Endama Dîwana KCD'ê ya berê Dr. Tulay Ozdemir ku di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de hat girtin, hat berdan. Endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a berê Dr. Tulay Ozdemîr, di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de di 26'ê Gulanê de hatibû girtin. Di 26'ê Gulanê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Feridun Çelik, Şaredarê Peyasê yê berê Mehmet Can Tekin û Endama Dîwana KCD'ê ya berê Dr. Tulay Ozdemir hat hatibûn girtin. Dozger der barê wan de heta 22.5 salan ceza dixwest. 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dosya nirxand û OZdemîr bi şertê konrola edlî berda.