'Qedexeya derketina derve' hat rakirin 2017-06-13 13:10:22 AMED - Di 6'ê Hezîranê de li 19 gund û herêmên navçeya Licê 'Qedexeya derketina derve' hatibû îlankirin, qedexe hat rakirin. Daxuyaniya ku ji hêla Waliyê Amedê ve hat dayîn de, hat gotin ku di 6'ê Hezîranê de li 19 gund û herênên navçeya Licê ya Amedê saet di 12.00'an de 'Qedexeya derketina derve' hatiye îlankirin, di 13'ê Hezîranê saet di 09.00'an de hatiye rakirin. Her çendî qedexe hatibe rakirin jî gelek herêm ji hêla polîs û leşkeran ve hatiye girtin.