Welatiyên 50 salî yên îşkence dîtin, hêj di bin çavan de ne 2017-06-13 14:04:19 WAN - Berî çend rojan li dijî Miduryeta Polîsan a Westanê êrîşek bi rokêt pêk hatibû, 3 kurdên li çolê karûk berhevdikirin û di vegera malê de bûn, ji hêla hêzên dewletê ve hatibûn binçavkirin û îşkenceyeke dijwar dîtibûn. Ev 4 roj e welatiyên kurd di bin çavan de tên girtin. Hikumeta AKP'ê ya ku bi taybetî OHAL li Kurdistanê kûr kiriye, serî li hemû wehşetan dide û şer li herêmê serwer dike. Di çarçoveya vî şerî de li dijî Miduryeta Polîsan a Westanê ya Wanê êrîşek pêk hat, hêzên dewletê piştî kesên êrîş pêk anîn negirtin, 3 welatiyên kurd ên ku li çolê girtin, îşkenveyên hovane li welatiyan kirin û wêneyên îşkencekirinê jî li ser medyaya civakî parve kirin. Welatiyên îşkencekirî ev 4 roj in di bin bavan de tên girtin. Di daxuyaniya Waliyê Wanê de jî sosreteke mezin xwe da der û hat îdia kirin ku "3 şex hatine girtin, di lêpirsîna destpêkê de sûcên xwe qebûl kirine" û wekî ku Cemal Aslan ê 53 salî, Halîl Aslan ê 50 salî û Abdulselam Aslan ê 35 salî "sûcdar" bin, îşkenceya li dijî welatiyan mafdar da nîşan. Lê piştre derket holê ku ev 3 welatî xizmên hev in û ji bo karûkan berhev bikin çûne çolê û di dema vegerê de hatine binçavkirin. Her wiha hat gotin ku li kesên bin çavan de, welatiyê bi navê Nejdet Beysum jî hatiye zêdekirin û Beysum di saetên êvarê de ji mala wî ya li Westanê hatiye girtin. JI BER ÎŞKENCÊ DIFINA WÎ ŞIKEST Welatiyê bi navê Cemal Aslan bavê 3 zarokan e û li taxa Comhuryetê ya navçeya Rêya Armuşê ya Wanê rûdinê. Hat gotin ku Aslan di 9'ê Hezîranê de dema hatiye binçavkirin, ji ber îşkenceya hovane, difin û parsûyekî wî hatiye şikandin û ji ber derbên leşkeran perdeya guhê wî jî teqiya ye. LAŞÊ WAN REŞ Û ŞÎN BÛYE 3 welatiyên kurd destpêkê bi îdiaya "Endamê rêxistinê ne" hatin binçavkirin, medyaya nêzê hikumetê jî bi sernivîsên wekî "Bi xefilî hatin girtin" piştgirî da polîtîkaya şerê taybet, herî dawî hêzên dewletê îdia kir ku "Ji ber alîkarî dane rêxistinê" hatine binçavkirin, ji ber îşkenceyên hêzên dewletê hemû laşê wan reş û şîn bûye. Hat gotin ku Cemal Aslan, Abdulselam Aslan, bavê 3 zarokan Halîl Aslan û Nejdet Beysum ê di 16'ê Hezîranê (roja înê) hat binçavkirin, li Miduryeta Polîsan a Westanê tên ragirtin, ji bo îfadeya wan bê girtin li benda derxistina edliyeyê ne.