Li Qasrikê 3 kes hatin binçavkirin 2017-06-13 14:25:02 ŞIRNEX - Di serdagirtinên li bajaroka Qesrikê de Hevserokê HDP'ê yê berê Mehmet Kultur û 2 kesên din hatin binçavkirin Leşkerên tirk li bajaroka Qesrikê ya Şirnexê di saetên serê sibehê de bi ser malan de girt. Hevserokê HDP'ê yê berê yê bajarokê Mehmet Kultur, birayê wî Abdurrahman Kultur û biraziyê wî Murat Kultur hatin binçavkirin. 3 kesên sedema binçavkirina wan nehat hînbûn, birin qereqola bajarokê.