Di lîsteya ByLockê de 61 wezîr û parlamenterên AKP'ê hene 2017-06-13 14:41:05 ENQERE - MÎTê lîsteya 122 hezar bikarhênerê ByLockê teslîmî dozger kir. Di nava lîsteyê de 61 wezîr û parlamenterê AKP'ê ji hene. Nivîskarê rojnameya Sozcuyê Can Atakli di gotara xwe de got: Nivîsa du roj berê ku min nivîsandibû û gotibû di nava lîsteya ByLock a MÎTê de 61 wezîr û parlamenterên AKP'yî hene eleqeyeke mezin kişand. Min lîste çend saniyekî dît, di nava lîsteyê de hinek kesên ku mirov ecebmayî bimîne hene." Can Atakli di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Di nava wê lîsteya MÎTê de hinek wezîr jî hene. Ji bo ku ez wan navan bêjim gelek zext li ser min te kirin, lê li gorî hiqûqê ez navê wan nabêjim. Di nava lîsteyê de hinek wezîrên ku her roj derdikevin peşberî ekranan û li dijî FETO daxuyaniyan didin jî hene." Atakli di dirêjiya nivîsa xwe de got: "Dema ku FETO gelekî bihêz bû temamê AKPeyiyan bi wan re di nava têkiliyên xweş de bûn û dibe wê demê bernameya ByLockê daxistibin ser telefona xwe."