Berxwedana li Kolana Yukselê di 218'an de ye 2017-06-14 15:18:16 ENQERE - Kedkarên ku ev 218 roj in li Kolana Yukselê ji bo vegerin karê xwe di berxwedanê de ne, polîsan dîsa êrîşê wan kir. Kekdarên bi navê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça bi rêya Biryarnameya di Hukmê Qanûnî (KHK) de ji kar hatin avêtin, kedkarên ku dest bi greva birçîbûnê kirin, bi mudaxaleya polîsan hatin binçavkirin û ew avêtin Girtîgeha Sîncanê. Çalakiya kedkaran di roja 98'an de berdewam dike, çalakiya li Kolana Yukselê bi dirûşma "Ez karê xwe dixwazim" hat destpêkirin jî di roja 218'an de berdewam dike û çalakvan dîsa bûn hedefa polîsan. Ji kedkarên cemaweriyê Acun Karadag û Nazîfe Onay ji bo daxuyaniyê bidin çapemeniyê, li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê l hev civiyan, lê polîsan êrîşê wan kir. Ji bo dengê çalakvanan neyê bihîstin, polîsan bi megafonê bang li çalakvana kir ku belav bibin. Kedkarên gun hedan banga polîsan, polîsan ew ber bi Kuçeya Konurê ve dev dan û ew derb kirin. Kedkaran aşkera kir ku ew dê êvarê saet di 18.00'an de dîsa li hev bicivin û bang li gel kir ku piştgiriyê bidin çalakiya wan.