Parlementeriya Tûgba Hezar a HDP'î hat betalkirin! 2017-06-14 18:21:02 ENQERE - Biryara betalkirina parlementeriya Parlemenetera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer hat dayîn. Dê dengdayîn li Desteya Giştî ya Meclîsê bê kirin. Komîsyona Tevlîhev a Meclîsê, bi hinceta "bêdewamiyê" biryara betalkirina parlementeriya Parlementera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer Ozturkê da. Komîsyon îro civiya û piştî parêziya Parlementerê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, bi dengdayîneke zêde ya endamên komîsyonê betalkirina parlementeriya Hezerê hat dayîn. Biryara ku der barê Hezerê de hatiye dayîn, dê di rojên pêş bibe rojeve Desteya Giştî ya Meclîsê. Heke Desteya Giştî jî heman biryarê bide, dê parlementeriya Hezerê bê betalkirin.