Rojnamger Ogûz Guven tehliye bû 2017-06-14 18:30:30 STENBOL- Gerînendeyê Weşana Giştî yê malpera înternetê ya Rojnameya Cûmhûriyetê Ogûz Guven tehliye bû. Gerînendeyê Weşana Giştî yê cumhuriyet.com.tr. Ogûz Guven tehliye bû. Ji ber sernavê nûçeya wî ya der barê mirina Serdozgerê Komarê yê Denîzliyê Mûstafa Alper ku di 10'ê Gulanê de miribû bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" û "heqareta li kes", der barê Guven de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Guven di 12'ê Gulanê de li malê hatibû binçavkirin û bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hatibû girtin.