Esnafên Sûrê: Kî tê hunera xwe nîşan dide 2016-12-06 09:11:10 AMED - Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylû bi artêşeke polîsan hat navçeyê. Esnafên Sûrê dibêjin ên beriya wî jî hatin, tenê derdê wan ew bû ku hunera xwe nîşan bidin. Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylû yê di 3'yê kanûnê de bêhis û pis hat Amedê û li li navçeya Sûrê ya ku ev saleke "qedexeya derketina derve" lê tê sepandin geriya. Soylû li Xana Hesenpaşayê tevî Waliyê Amedê Huseyîn Aksoy taştê xwar û pişt re serdana hin esnafan kir. Di serdana ku gelek polîs tevdîrên wê girtin de, Xana Hesenpaşayê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Soylû guhdariya pirsgirêk û tengasiyên esnafan nekir û paşê tevî artêşeke polîsan navçeyê terikand. Esnafên navçeyê yên ji ber dorpêça polîsan nikarin tu karî bikin, daxwaza wan tenê aramî ye. Her wiha hikûmetê soz dabû ku ew ê mexdûriyeta esnafan çareser bike, lê ew sozên hatin dayîn yekê jî bi cih neanî. ‘HUNERA XWE NÎŞAN DA' Esnafên Kolana Gaziyê yên tu wate nedan hatina Suleyman Soylû dest nîşan kirin ku, Soylû jî wekî yên beriya xwe û Serokwezîran tenê hunera xwe nîşan daye. Esnafên Sûrê anî ziman ku, heta niha tu pirsgirêk û tengasiyên wan nehatine çareserkirin û hemû di warê krîza aborî ya ku ji ber dorpêça polîs û qedexeyan her diçe zêde dibe hemfikir in. Hin esnafan jî got, ew hatine radeya îflasê û anîn ziman ku, zikê wan ji vir û derewên dewletê têr e. Her wiha daxwaza hevpar a esnafan jî, demildest pêkanîna nêvengeke aşitiyane ye. ‘BILA DAWÎ LI DORPÊÇA POLÎS Û QEDEXEYÊ BÊ' Li gor ragihandinên esnafên Xana Hesenpaşayê, dema Soylû hatiye ji ber dorpêça polîsan kes nexwestiye têkeve Xana Hesenpaşayê. Esnafên xanê diyar kirin ku, wan wê rojê tu kar û qezenc nekiriye û anîn ziman ku, her rayedarên dewletê yên tên wan dixapînin.