Bingehê navenda danûstandina li ser olan hat avakirin 2017-06-15 09:44:42 AMÛDÊ – Buroya Kar û Barên Olî bingeha avakirina navenda danûstandina li ser olan ava kir da hezkirin û aştî di navbera hemû gelan de ava bikin. Kantona Cizîrê bi cihêrengiya ol û çandên xwe, jiyana hevbeş a di navbera hemû gelên herêmê de, tê nasîn. Li gorî Nûçeya Ajansa Hawarê (ANHA), ji bo têkîliya di navbera gelan hê xurtir bibe, Buroya Kar û Barên Olî ya Kantonê bingehê navenda danûstandina li ser olan li gundê Hebeş ê girêdayî bajarê Amûdê ava kir. Bingehê navendê bi beşdariya Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat, cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber Hisên Ezam, Serokê Buroya Têkîliyên Giştî yên Olan şêx Mihemed Ibêd El-Qadirî, nûnerê gelê Êzidî Cibêr Hito, Serokê Yekîtiya Oldarên Misilman Mihemed Xerezî, Endamên Yekîtiya Oldarên Misilman, Hevdîtina Olan û nûnrên Kongreya Star, hat avakirin. Avahiya navenda danûstandina li ser olan ji sê qatan pêk tê û rûbera 4 hezar û 250 m2. Di avahiyê de, hola dayîna semîneran, xwaringeh û baxçe hene. Dê avahî bi alîkariya TEV-DEM'ê û Rêveberiya Xweser a Kantonê bi 650 milyon L.S were avakirin. LI DIJİ ŞERÊ OLAN YEKÎTIYA OLAN Serokê Buroya Têkîliyên Giştî ya Olan şêx Mihemed Ibêd El-Qadirî da zanîn ku piştî nîqaşan, rêziknameya navenda danûstandina li ser olan hat avakirin û dest bi avakirina avahiya wê hat kirin. El-Qadirî anî ziman ku ji bo avakirina avahiyê Şaredariya Gel a gundê Hebeş 4 hezar û 250 m2 ji erdê gund veqetand û wiha domand: ¨Îro li cîhanê şerên mezin di bin navê ol û mezheban de têne kirin. Bi vê projeya xwe em ji tevahî cîhanê re didin xuyakirin ku em li Rojava û Bakurê Sûriyê van şeran qebûl nakin. Bi saya jiyana hevbeş, biratî û danûsandina di navbera olan de, herêmên me pêş dikevin.¨ El-Qadirî diyar kir ku armanca wan belavkirina hezkirin, aştî û biratiyê di navbera hemû olan de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: ¨Dê bi saya xebatên navendê Yekîtiya olan were avakirin û rê li pêşiya nakokiyên olî were girtin. "El-Qadirî di dawiya axaftina xwe de, destnîşan kir ku ew ê bi hemû keda xwe aştî û hezkirinê di navbera gelan de belav bikin û wiha got: ¨Em bang li gelên herêmê dikin ku bi hemû derfetên xwe, piştgiriya vê projeyê bikin." Tê payîn ku dê avahiya navendê di du salan de amade bibe.