Xizan hatin koçberkirin, ji bo dewlemendan peyarê tên çêkirin 2017-06-15 09:46:06 ENQERE - Ji ber xebatên sererastkirinê yên li Yenîdogana Enqereyê, bajar wekî di şer de hatiye rûxandin. Bi gotina welatiyan bajar bê mirov tê hiştin û hêj bermahiyên rûxandinê jî nehatine rakirin, ji bo dewlemendan rê û peyarêyên nû tên çêkrin. Di sala 2014'an de li taxa Yenîdoganê ya Enqereyê, di bin navê "veguherandina bajar" de qaşo sererastkirinek tê kirin. Welatiyên ku vê xebatê wekî "veguherandina rantê" pênase dike, gelên wekî kurd, romen û sûriyeyî ji ber rûxandinê ji cih û warên wan hatin koçberkirin PIŞTÎ 40 SALAN PEYARÊ HAT LÊ... Ji ber rûxandinê, wekî ku di bajar de şerekî girane hebe û dînenên talanê tên dîtin. Welatiyên ku ji bê çaretiyê di nav rûxandinan de dijîn, bi zorê ji herêmê tên derxistin. Taxên ku hatine rûxandin, di nav wan taxan de avahiyên bilind tên lêkirin. Peyarêyên li taxê, berî 40 salan hatine çêkirin, piştî welatiyên xizan ji taxan hatine derxistin, niha ji bo dewlemendan peyarêyên nû tên çêkirin. RÊYÊN RANTÊ Welatiyê bi navê Murat Sezer ê 58 salî, 35 sal e li taxa Yenîdoganê qehwexaneyê dide xebatê, aşkera dike ku piştî salan heke peyarê bên çêkirin, ev ji ber rantê ye û wiha got: "Xizmeta ku dema jiyan li taxê hebû nehat, piştî ku tax vala bû bê wê kêrê çi were. Ev rûxandinên li vir ji ber TOKÎ'yê ye." Sezer herî dawî piştrast kir ku ev xizmet ji bo feqîran nayê kirin, ji bo dewlemendan tê kirin.