Bariş Atay hat binçavkirin 2017-06-15 09:56:50 MUGLA - Hunermend Bariş Atay bi hinceta biryara girtinê heye, li Dalyana Muglayê ji hêla cendirmeyan ve hat binçavkirin. Hunermend Bariş Atay di saetên serê sihebê de li navçeya Dalyanê ya Muglayê di serdagirtina malê de hat binçavkirin. Hat gotin ku der barê Atay de biryara girtinê heye, ew birin qereqola cendirmeyan. Parêzerê Atay, Efkan Bolaç bi rêya telefonê pirsên me bersivandin, diyar kir ku di çarçoveya lêpirsîneke li Enqereyê de miwekîlê wî hatiye binçavkirin û niha li Qereqola Cendirmeyan a Dalyanê tê girtin. Bolaç got ku wan der barê naveroka dosyayê de tu agahî bi dest nexistiye, piştî îfadeya wî bê girtin, ew li bendê ne ku serbest bê berdan.