Li Mexazaya Boynerê ewil ‘îşkence’ û pişt re jî ‘lêborîn’ 2017-06-15 10:50:44 AMED - 2 zarokên Amedî ku ji bo dan û sitendinê çûn mexaza Boynerê bi hinceta “dizî” kirine rastî lêdana xebatkarên mexazayê hatin û li laşê wan şopên îşkenceyê çêbûn. Peywîrdarên mexazayê dema ferq kirin zarok bêsûc in xwestin ji wan lêborînê bixwazin, lê zarokan serlêdana sûc kir. Li Amedê zarokê bi navê Ş. A. (17) bi hevalê xwe re ji bo dan û sitendinê çû Navenda Parka Dan û Sitendinê ya Ceylan Karavîl û li Mexazaya Boynerê bi angaşta “dizî” kiriye ji aliyê peywîrdarên mexazayê ve rastî lêdan û îşkenceyê hatin. Zarokên rastî îşkenceyê hatin serlêdana sûc kirin. Bûyer roja 11’ê hezîranê di saetên êvarê de piştî werzîşê ji bo dan û sitendinê bi hevalê xwe re çû Boynerê. Zarokan piştî demek li kincan mêze kirin xwestin derbikevin, lê li ser sînyala antênê ewlehiyê xwestin carek din zarok di derî de derbikeve. Ş. A. destnîşan kir ku li ser vê yekê ew carek din di derî de derbas kirine û got li gel antênê ewlehiyê sînyal nedaye jî bi zorê li çenteyê wî mêze kirin e û rastî heqareta peywîrdarên mexazayê hatiye. RASTÎ LÊDAN Û DERBÊ HATIN Ş.A. anî ziman ku di wê xire cirê de kesek ku xwe wek şêwirmendê firotinê da nasîn li gel 5-6 kesan wî birine odeyek qemera lê tune ye û got ku piştî wî birine odeyê bi “diziye” tewanbar kirine. Ş.A. diyar kir ku li odeyê bi darê zorê li çentê wî mêze kirine û got kincên wî kevn ên di çente de jî wek malê diziyê binavkirine û ew bi vî awayî hatine tewanbarkirin. Ş.A. bilêv kir ku şêwirmendê mexazayê li gel du kesên li cem xwe bi kulm û pihînan lê dane û qirika wî bi destên xwe jidandine. Ş.A. da zanîn ku hevalê wî yê li gel wî jî rastî lêdana xebatkarê mexazayê hatiye û piştî demek hat fêmkirin ku dizî çênebûye xwestin li hev werin ev jî rastî bersiva wan neyînî hat. Ş.A. got ku wêneyên wan bi têlefonê hatine kişandin û ji hev re parve kirin e. Ş.A. anî ziman ku ew piştî rastî lêdan û heqaretê li qereqolê giliyê sûc kirine û got ew ê bibe şopdarê bûyerê. TEWANBARÎ RED KIRIN Me li ser bûyerê bi rayedarek mexazaya Boynerê re hevdîtin kir. Rayedar got ku ew navê xwe nade û agahiya wan ji bûyera li Ceylan Karavîl AVM’ê çêbûye tune ye. Rayedar destnîşan kir ku ne mimkun e li mexazaya Boynerê kirîner rastî lêdan û derbê bên û heke ku bûyerek bi vê rengî jî pêk were bi riya polîsan kar û barê edlî dikin. Li mexazayê jî li gel rayedarek me rû bi rû hevdîtin kir û vî rayedarî jî angaş kir ku wan li Ş.A. heqaret û derb nekirine. Rayedarê mexazayê got ku wan bûyerê biriye darazê û kar û barê edlî hatiye destpêkirin.