Hevşaredarê Şemrexê serbest hat berdan 2017-06-15 15:11:47 MÊRDÎN – Hevşaredarê Şemrexê Alî Ozkan û endamê MEYA-DER’a Şemrexê Şerîf Çelîk serbest hatin berdan. 1’emîn rûniştina doza tê de Hevşaredarê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê Alî Ozkan jî heyî 3 jê girtî bi giştî 7 kesên di 13’ê Sibatê de hatibûn binçavkirin. Welatiyên bi hinceta “Di avakirina komisyona dadê ya KCK’ê” cih girtine hatibûn girtin û doza der barê wan de li 2’emîn Dadgeha Giran a Mêrdînê hat dîtin. Endamên MEYA-DER’a Şemrexê Şehmus Tekîn û Şerîf Çelîk ên girtî û kesên beyî girî tên darizandin, beşdarî rûniştina dozê bûn. Welatiyan di parastina xwe de sûcên ku pê tên tewangbarkirin qebûl nekirin. Piştî parastina parêzeran dadgehê biryara tehliyeya Hevşaredar Ozkan û endamê MEYA-DER’ê Çelîk da û dozê bi hinceta “komkirina delîlan” taloqî 7’ê Îlonê kir.