Ji Meclîsa Yekîtiyê kampanyaya 'Dirêj neke' 2016-12-06 09:18:37 STENBOL - "Meclîsa Yekîtiyê ya ji bo Demokrasiyê" ji bo rakirina OHAL'ê û rawestandina KHK'an bi navê "Dirêj neke" dê kampanyayekî nû bide destpêkirin. "Meclîsa Yekîtiyê ya ji bo Demokrasiyê" ya bi banga dadgerê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 'DMME) Riza Turmen a "Yekîtiya Hêza Demokratîk" ji aliyê gelek kesên ku hatin cem hev ve hate damezirandin piştî ku di 23'ê cotmehê de li Navenda Çandê ya Şîşliyê hatin cem hev niha jî kampanyayekî nû dide destpêkirin. Navê kampanyaya ku dê rojên pêş dest pê bike jî "Dirêj neke" ye. Armanca kampanyayê jî rakirina OHAL û rawestandina KHK'an e. Li gelek deverên Tirkiyeyê dê forum, kampanyayên îmzeyan, civîn û bernameyên kolanan bên lidarxistin. Ev kampanya dê li dijî guhertinên qanûna bingehîn a îxtidarê, referanduma serokdewletiyê jî di nava xwe de guhertinan bike, xwe dikare veguherîne. Starta kampanyayê dê rojên pêş di civîna ji aliyê "Meclîsa Yekîtiyê ya ji bo Aştiyê" ve bê dayîn. Piştî vî civînê dê têkîldarî kampanyayê bername bên destpêkirin. JI BO RAKIRINA OHAL'Ê KAMPANYA Parlamentera berê ya CHP'ê Bînnaz Toprak diyar kir ku di 28'ê hezîranê de dest bi xebatên xwe kirine û ji wê rojê heta niha jî dem bi dem hatine cem hevdu hin plansazî çêkirine, armanca wan jî derxistina muxalafetekî ye. Toprak anî ziman ew ê kampanyayekî nû biden destpêkirin û wiha berdewam kir: "Lİ pêşiya me pêvajoya OHAL'ê heye dîsa pirsgirêka referandûmê ya ji bo derbasbûna sîstema serokdewletiyê heye. Ji ber vê yekê jî hem ji bo rakirina OHAL'ê hem jî ji bo ku bi dawî bibe me ev kampanya da destpêkirin." 'JI BO JI SEROKDEWLETIYÊ RE BIBÊJIN NA JÎ EM Ê KAMPANYA BIDIN DESTPÊKIRIN' Toprak destnîşan kir ku OHAL'ê armanca xwe derbas kiriye û wiha got: "Ji bo darizandina kiryarên 15'ê tîrmehê û girtina wan OHAL a ku hatiye destpêkirin armanca xwe derbas kir û berê xwe da hemû muxalefeta li dijî AKP'ê. Di esasê xwe de eleqeya gelek tiştan bi 15'ê tîrmehê re nîne. Operasyonên li dijî parlamenter, şaredaran tu eleqeya vê bi heldana darbeyê re nîne. Dibe ku bi mijarên din ve eleqedar be lê dikari derveyî OHAL'ê jî vê bikin. Girtina rojnameger, nivîskar, akademîsyen û gelek kesan bi vî re eledar nîne. Derveyî hiqûqê gelek tişt tên kirin. Ji ber vê yekê jî em ji bo rakirina OHAL'ê kampanyayekî didin destpêkirin. Em ê di berdewama vî de ji bo ji referanduma ji bo serokdewletiyê bibêjin na jî em ê kampanyayê bidin destpêkirin." Toprak got ku ew ê di çarçoveya kampanyayê de bernameyan li dar bixin û ev agahî da: "Di çarçoveya kampanyayê de ger çapemeniya civakî pêwîst be em ê wî jî bi kar bînin. Wekî ku hûn dizanin jibilî vê derfet pir kêm in. Em ê van bi kar bînin. Li gelek deverên Anatolyayê em ê civînan li dar bixin û vê berfireh bikin."