KCD'ê binçavkirina siyasetmedarên kurd şermezar kir 2017-06-15 15:33:14 AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) binçavkirina siyasetmedarên kurd şermezar kir û wiha got: "Em binçavkirin, girtinan wekî astengiya li pêşiya meşandina siyaseta demorkatîk nabînin. Gelê me û saziyên me dê li hemberî vê êrîş û qirkirinê têbikoşin. Divê were zanîn ku operasyonên qirkirina siyasî bi ser nakeve, berovajî vê yekê bi giştî gelê Tirkiyeyê û bi taybetî gelên Kurdistanê bi berxwedana xwe wê hevdu bigirin." Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyek nivîskî binçavkirina siyasetmedarên kurd şermezar kir û xwest bi lezgîn bên berdan. KCD'ê, di daxuyaniyê de wiha got: " Ji sala 2009'an vir ve; bi giştî siyasetmedarên kurd, jin, ciwan, rojnameger, parlamenter, hevşaredar, endamêm meclîsên şaredariyan, çepgir û sosyalîst, yanî li hemberî hemû kesên ku siyaseta demokratîk dimeşînin qirkirina siyasî dane meşandin û ev yek bi hemû hêza xwe didome. Em baş zanin ku ev operasyonên siyasî û faşîzan ji ber bêpolîtîkaya dîktatoriya AKP-Qesrê derketiye holê. Ev hemû operasyon û êrîşên siyasî, aborî, civakî û ekolojîk ji bo tunekirina destkeftiyên kurdan û li ser dijminatiya kurdan pêk tên." KCD'ê, anî ziman ku tifaqa faşîst a Erdogan-Bahçelî berdewama polîtîkayên qirkirin, tunehesibandin û piştaftinê ya sedsal in li ser kurdan tê meşandin e û wiha got: "Ji dîrokê heta niha gelê kurd bi berxwedana xwe her tim êrîşên li ser sazî û siyasetmedaran tên meşandin û êrîşên siyasî, aborî, civakî, ekolojîk vala derxistine û di hemû pêvajoyan de pêş de çûne. Hemû rê û rêbazên polîtîkayên pişaftin, tunehesibandin û qirkirinê yên sedsal in li Tirkiyeyê tên meşandin hatin bikaranîn. Her tim heman rê û rêbaz ji hêla desthilatdarên cuda ve hatin meşandin û her tim bi ser neketin. Li gel vê yekê jî hêj ev faşîzma bicihbûye êrîşên xwe didomîne. Di çarçoveya van êrîşan de duh siyasetmedarên ku xebatên xwe di aliyê siyaseta demokratîk de dimeşandin û di nava wan de endamê dîwana Kongreya Civaka Demokratîk, TJA'yê jî hene zêdetirî 20 kes di encama operasyona qirkirina siyasî de bi awayekî bêhiqûqî hatin binçavkirin. Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk baş zanin ku ev operasyonên qirkirina siyasî parçeyeke plana "çongdanînê" ya di encama civîna MGK'a ya di 2014'an de pêk hatibû de hatibû wergirtine. Hemû operasyonên qirkirina siyasî ji bo tunekirina xweza, çanda Kurdistanê û guherandina demografya Kurdistanê ye. Em li hemberî vê yekê tu caran bêdeng namînin, bi berxwedana xwe mafadariya xwe bidomînin û baweriya me bi serkeftinê heye. Em baş zanin ku bi plana "çongdanînê" siyasetmedarên siyaseta demokratîk dimeşînin, parlamenter, hevşaredar û saziyên demorkatîk hedef tên girtin û di vê çarçoveyê de vê planê dixin meriyetê. Em ê li hemberî vê planê berxwedan û têkoşîna xwe bilindtir bikin." JI KCD'ê BANG KCD'ê binçavkirin şermlezar kirin û wiha bi rawî kir: "Em binçavkirin, girtinan wekî astengiya li pêşiya meşandina siyaseta demorkatîk nabînin û gelê me û saziyên me wê li hemberî ev êrîş û qirkirinê têbikoşin. Divê were zanîn ku operasyonên qirkirina siyasî bi ser nakeve, berovajî vê yekê bi giştî gelê Tirkiyeyê û bi taybetî gelên Kurdistanê bi berxwedana xwe wê hevdu bigirin. Divê siyasetmedarên kurd ên ku ev demek dirêje bi awayekî bêhiqûqî hatine binçavkirin û girtin demildest serbest bên berdan. Em bang li hemû gelan û saziyên demokratîk dikin ku bi hestyarî tevbigerin û têkoşîna xwe bilindtir bikin."