Îşkenceya li Westanê birin meclisê 2017-06-15 15:37:29 ENQERE - 4 welatiyên li Westanê hatibûn binçavkirin û di bin çavan de îşkence dîtibûn. HDP'ê îşkenceya li dijî welatiyan bir meclisê Piştî li dijî Miduyeta Polîsan a Westana Wanê êrîşeke bi roket pêk hat, 4 welatî li çoltarê hatibûn binçavkirin û hêzên dewleta tirk bi awayekî hovane ew îşkence kiribûn û wêneyên wan li ser medyaya civakî parvekiribûn. Waliyê Wanê welatiyên li çolê karûk komdikirin, wekî "Endamên rêxistinê" pênasekiribû û ew "Sûcdar" dabûn nîşan. Welatiyên ji hêla walîtiyê ve sûcdar hatibûn nîşandan, piştî 5 rojan di bin çavan de man serbest hatin berda. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim ev hovîtiya hêzên dewletê bir meclisê.