Ji bo Demîrtaş bertek nîşanî Kiliçdaroglu dan 2017-06-15 16:12:03 ENQERE – Welatiyan di “Meşa edaletê” ya CHP’ê de nerazîbûn nîşanî helwesta desnedayînê ya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu da. CHP'ê, ji bo girtina Wekîlê CHP'ê Enîs Berberoglu şermezar bikin, ji Enqerê ber bi Stenbolê ve “Meşa edaletê” da destpêkirin. Di meşe de hin welatiyan nerazîbûna “destnedayînê” nîşanî helwesta Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu dan. Di hin dîmenên li ser medya civakî de hatin parvekirin welatî Hidir İlyas Kurt û Omer Çelîk li ser riya Stenbolê wesayîtên xwe radiwestinin û bangî Kiliçdaroglu dikin. Pişt re Kurt û Çelîk bertekên xwe wiha tînin ziman: “Brêz Serok heke we negota erê dê wisa nebûya. Ji be ku we got erê hûn hatin vî halî. We Demîrtaş şand girtîgehê wê halê we jî wisa be.” Piştî demekî polîs bi maşîneyên zirxî derdora her du welatiyan dorpêç dikin û qîr dikin wan “bigirin” û her du kesan ji qadê dûr dikin. Dîmen li ser medya civakî rastî eleqe, parvekirin û ecibandinek zêde hat.