Zarokên girtî: Me ji ber lêdana gardiyanan agir berda koxûşê 2017-06-15 16:51:18 EDENE - Zarokê girî R.K. yê 14 salî dema di Koxuşa Zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê de dihat girtin, da zanîn ku gardiyanan di koxûşên rehabîlîtasyonê de ew derb dikirin û wiha got: "Ji bo em ji van koxûşan derkevin û derbasî koxûşek asayî bibin, me agir berda koxûşê. Me ji ber lêdanê şewat derxist." Di 18'ê Çileyê de di Koxûşa Zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Enedeyê de şewat derketibû û zarokên girtî yên bi navê Muhammed Erdogan, Mehmet Altunhan û Ferhat Kaya jiyana xwe ji dest dabûn û 3 jê zarokên girtî, 5 memûrên girtîgehê jî birîndar bûbûn. Bi îdiaya şewat deristine der barê R.K. de heta 62 salan ceza tê xwestin. Doza li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin de, di doza yekemîn de R.K., bi parêzerê xwe re amade bûn. 'ŞEV ROJ LÊDAN HEBE TUYÊ ÇI BIKÎ?' Dayika Ferhat Kaya yê di şewatê de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir ku hefteyek berê wê bi kurê xwe re hevdîtin pêk aniye û piştrast kir ku kurê wê aşkera kiriye ku ew rastî şidetê tên û wiha got: "Kurê min kulma xwe bilind kir û bi girî li maseyê da û got ku 'Şev û roj li te bixin tuyê çi bikî? Tu min fêm nakî? Biçin ji dozgeran re biaxivin û min ji vir derxin.'" 5 gardiyanên wek şahid hatin guhdarkirin jî diyar kirin ku ji ber şewatê deriyê koxûşan fireh bûye û ji ber wê wan dereng mudaxaleyê şewatê kiriye Li ser pêşniyara Baroya Edenê ya ku daxwaza mudahîlî qebûl bike, heyeta dadgehê ji bo dosya bê temankirin doz taloqî 9'ê Tebaxê kir.