Hejmara siyasetmedarên hatin binçavkirin derket 18’an 2017-06-15 16:57:26 AMED - Operasyona li dijî KCD, TJA, DBP, HDP û STK’iyan pêk hat hejmara binçavkiriya derket 18’an. Di çarçoveya heman lêpirsînê de Helbest Îlkan jî li Mêrsînê hat binçavkirin. Li Amedê duh polîsan bi ser gelek malan de girtibû, endam û rêveberên KCD, TJA, DBP, HDP'ê kiribûn binçavan. Pêla operasyonê hêj didome û hejmara kesên hatine binçavkirin derket 18 kesan. Di çarçoveya heman lêpirsinê de Helbest Îlkan jî li Mêrsînê hat binçavkirin û îro ew anîn Amedê. Hat gotin dema polîsan Îlkan binçav kirin, heqaret li wê kirine. Devran Ak ê duh hat binçavkirin piştî îfadeyên li emniyete di setên êvarê de serbest hat berdan. Hat diyarkirin ku siyasetmedarên kurd di çarçoveya lêpirsîneke 2016'an de li ser fermana Serdozgerê Komarê ya Amedê hatine binçavkirin û li ser dosyayên wan biryara veşarî heye. Siyasetmedar û aktîvîstên TJA’yê bi îdiaya “Li gorî fermanên KCK’ê tevdigerin” hatine binçavkirin û tên sûcdarkirin. Heta niha têkildarê binçavkirinê daxuyaniyek nahatiye dayîn û dema binçavkirinê hat dirêjkirin. Kesên di binçavan de navên wan wiha ne: “Aktîvîstên TJA’yê Sara Aktaş, Ayşe Gokkan, Zeynep Altinkaynak, Nalan Gozden, Şahcan Tunel, Sîbel Îldan, Hatîce Uçar, endamê HDK’ê Abdurrahîm Dag, endamê KCD’ê Ercan Aslan, Endamê Meclîsa Partiyê yê DBP’ê Salih Keleş, Seroka şaredara Rezanê ya berê Yuksel Baran, Selahaddîn Kaygusuz, Mehmet Guzel, Kerem Duruk, Necla Nergîz, Sîbel Elvan Devran Balkaş û Helbest Îlkan.”