'Li girtîgehan sirgûn, îşkence û cezayê hucreyan rûtîn bûye’ 2017-06-16 11:07:09 ÎZMÎR - Hevberdevka Însiyatîfa Pişgirtina bi Zîndanan re ya Îzmîrê Selma Altan diyar kir ku li girtîgehan êrîş û binpêkirina mafan hatiye astek rûtîn û got ku di hefteyek dawî de 35 girtî hatin sirgûnkirin û girtiyên ku birine îşkence li wan hatiye kirin. Piştî Rewşa Awarte (OHAL) hat îlankirin, li girtîgehan binpêkirina mafan, îşkence, êrîş û hemû pêkanînên sosret derketine asta herî jor. Binpêkirina mafan a ku ji girtîgehan tu demê xelas nebûye ji rojevê dernayê û di bin navê “sewqê” de girtî tên sirgûnkirin û girtî bi polîtîkayeke nû re rû bi rû ye. Hevberdevka Însiyatîfa Pişgirtina bi Zîndanan re ya Îzmîrê Selma Altan pêkanînên di rojên dawî li girtîgehan diqewimin nirxand. 'LI GIRTÎGEHAN BINPÊKIRINA MAFAN RÛTÎN BÛYE’ Altan anî ziman ku îşkence derketiye asta herî jor û wiha got: “Li girtîgehan pêkanînên wek lêgerîna tazî, muayenekirina bi kelepçe, qedexeya pirtûkan, lêgerîna koxûşan, heqaret û derbkirin derketiye astek herî jor. Li Girtîgeha Kiriklarê ya Hejmara 1 a Tîfa F de, bi awayekî rûtîn êrîş pêk tên û dest didin ser pirtûk û lênûskên wan. Bi hinceta ‘belgeyên rêxistinî’ pirtûk û lênûsk tên destaserkrin. Ji sedî 90’ê nameyan dest didin ser. Girtî di her saeta bêhn sitendinê de rastî tacîzê tên. Bi lêgerînên rûtîn, girtiyan sor dikin. Gardiyanên ku di koxûşan de lêgerînê pêk tînin, provakasyonê dikin.” 'GIRTIYÊN SIRGÛNKIRÎ RASTÎ ÎŞKENCEYÊ TÊN’ Altan destnîşan kir ku girtiyên siyasî ji bo rûmeta jiyan û mirovan bê parastin li berxwe didin û bang li Wezareta Dadê kirin ku binpêkirina mafan bi dawî bibe. Altan da zanîn ku di nav hefteyek dawî de ji herema Egeyê 35 girtî hatine sirgûnkirin û dema girtiyan dibin girtîgehan, îşkenceyê li wan dikin. Altan diyar kir ku girtiyên tên sirgûnkirin li ‘koxûşên serbixwe’ tên ragirtin û got ku girtiyên ku vê yekê qebûl nakin jî tên îşkencekirin û wan davêjin hucreyên yek kesî. Altan aşkera kir ku ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê gelek girtî sewqî girtîgehên Alanya, Antalya, Kandira, Bandirma, Burhaniye, Tekirdag û Kepsutê hatine kirin û girtiyan û cihê sewqkirina wan wiha bi rêz kir: Resul Sayan, Mehmet Şefîk Oztekîn, Ziya Ozbay, Mehmet Bozkurt, Ramazan Sayan, Îbrahîm Ertaş li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê. * Devrîm Ayik, Delîl Alak, Enes Aldim, Hasan Tumer, Fahrettîn Akman li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê * Guven Yavaşogullari li Girtîgeha Tîpa T a Kandirayê. * Şeref Gulen, Orhan Kara, Sedat Alaz, Serdar Taşkin, Selman Aydir, Kadîr Emek li Girtîgeha Hejmara 2 ya Bandirmayê. * Sirça Keskîn, Îsmaîl Çevîk, Mehmet Nezîh Gumuş, Hanefî Kanat, Cîhan Samî li Girtîgeha Hejmara 1 a Bandirmayê. * Fahrî Yavuz, Hayrettîn Adak, Faruk Taştan û Alî Îhsan Dost jî li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyeyê. * Osman Kilavuz li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Tekîrdagê. * Eyup Olmez, Hamdîn Işik û Baran Toyan jî li Girtîgeha Kepsutê ya Balikesîrê.”