39 gundên Amedê dîsa hatin qedexekirin 2017-06-16 11:10:25 AMED - Bi hinçeta li navçeyên wekî Licê, Hezro û Karazê operasyona leşkerî heye, li 39 gundan qedexeya derketina derve hat îlankirin. Dewleta tirk bi qedexeyên li bajarê Kurdistanê re jiyanê li welatiyan diherimîne. Herî dawî li 39 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên amedê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Li gorî daxuyaniya ku ji hêla Waliyê Amedê ve hatiye dayîn, gundên ku qedexe lê hatiye îlankirin. Licê: Serni, Merdinya, Heragan, Banaderan, Darakolê, Cofetnê, Hazmaz, Beşiştê, Girê Dadmê, Sîsê, Dêrxûst, Cenezûr, Huseynik, Pîrikê, Kayacik, Fîrdews, Fîs, Nenyas, Kerwas, Mişif, Balicinê, Licokê, Zengê, Entax, Bamitnê û Sinê. Gundên girêdayî navçeya Hezroyê: Şimşim, Helhel, Şêxan, Zobrîn, Eyndar, Dedaş, Şikefta, Hondof, Qenderhel, Gundên navçeya Karazê: Tepeçûk, Boyunlu û Guzebaşi.