Pêşî yekitî yan referandum? 2017-06-16 13:18:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salih Cuma Pîr, bal kişand ser hewldanên yekîtiya neteweya kurd û referandumali başûrê Kurdistanê ya 25’ê îlonê. Pîr, pirsa "Gelo pêşî yekîtiya an referandum e. Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salih Cuma Pîr, diyar kir ku li başûrê Kurdistanê ji bo 25’ê îlonê biryara referandumê hat dayîn û wiha got: "Helbet referandum nayê wê wateyê ku dê dewletê ava bikin. Jixwe li gorî agahiyan ev referandum ji bo 2 armancan hatiye rojevê. Armanca yekemîn; pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi derxistina aloziya bi Iraq û hêzên din re paşxistin, a duyemîn jî bi vî awayî ji Iraqê hin tawîzan bi dest bixin. Sedemeke xwe ya din jî ew e ku bi rêya zêrandina meyldariya nîjadperest û dewletperest pêşî li projeya Kurdistana azad, Rojhilata Navîn a demokratîk ku xwe dispêre pergala konfederalîzma demokratîk a civaka demokratîk û birêxistinkirî, bigire. Bêguman hê jî hînbûn û îdraqeke xurt heye ku wekî dewlet dikare azadiyê bîne û qey ji bo gel û neteweyan bibe rêyeke rizgariyê." Pîr, desnîşan kir ku ji xwe PDK xwe dispêre vê îdraqa hanê û bi rêya referandumê dixwaze pozîsyona xwe xurt bike û wiha got: "Hişmendiya netewedewletê ku di sedsala 20’an de bi awayekî xurt di meriyetê de ji bo kurdan bi tenê zilm, pêkutî û komkujî anîn, vê yekê di nav kurdan de vê îdraqa hanê xurt kir. Çawa ku îro roj PKK li her çar parçeyên Kurdistanê tevgera herî xurt a siyasî ye, di salên 1970’yî de hedefa xwe Kurdistana yekgirtî ya azad û serbixwe bû. Ji roja destpêkê ve PKK’ê azadî û serxwebûn wekî hev dît. Çawa ku PKK dibêje dewlet ji bo gelan nayê wateya jiyana azad û demokratîk îro roj jî ji bo wê îradeya azad wekî sekna serbixwe îfade dike." Pîr, da zanîn ku nêzbûna PDK’ê ya ji bo serxwebûnê; li herêmeke diyarkirî hakimiyeta wê ye û wiha berdewam kir: "Bi vî awayî di esasê xwe de xwedî sekneke polîtîk a sedsala 20’an temsîl dike. Li başûrê Kurdistanê pirsgirêkên xwe yên bi partî û komên siyasî re, hewl dide bi rêya referandumê derbas bike. Bi vê nêzîkatiya xwe jî datîne holê ku çareserkirina pirsgirêkên xwe li pêşiya dewletbûnê jî dibîne. Nêrîna ku PDK ne ji bo ku kurd azad û demokratîk bijîn lê ji bo ku di polîtîkaya hundirin de hakimiyeta xwe ya siyasî zêde bike, referandum aniye rojevê, zêdetir tê nîqaşkirin. Vê nêrîna hanê jî ne ku şîrovekarên ji derve naxêr, partî û hizbên li başûrê Kurdistanê bi xwe tînin ziman." Pîr, anî ziman ku di serdema netewedewletan de netewedewletên hakim tu carî qebûl nekiriye ku bi civakên di bin serweriya xwe de li ser bingeha jiyana azad û demokratîk wekhev bijîn û wiha lê zêde kir: "Van dewletan tu carî qebûl nekiriye ku neteweyên cuda dewleta xwe ava bikin. Ev rewa hanê li ser bingeha hişmendiya serdest a sedsala 20’an kir ku bi neteweyên cuda re meyldariya avakirina dewleta xwe xurt bibe. Heta di sedsala 20’an de fetîşîzma avakirina dewletê ew qas xurt bû ku erebên ji heman neteweyê rabûn xwe bi 22 dewletan parçe parçe kirin. Kom û hizbeke ku xwe wek hêz dît, rabû li herêma xwe xwest dewleta xwe ava bike." Pîr di dirêjiya nivîsa xwe de wiha got: "Bêguman emperyalîst û kapîtalîstên polîtîkaya parçe bike û bi rê ve bibe dimeşand jî ev meyldarî xurt dikirin. Gelek netewe û civakên ku di sedsala 20’an de de netewedewleta xwe ava kir, destpêkê li xwe vegeriya û yekitiya xwe ava kir. Ji ber vê sedemê piraniya tevgerên di sedsala 20’an de ji bo rizgariya neteweyî tê dikoşiyan, eniyên ku ji siyasetên cihê dihatin ava dikirin. Lê PDK di demeke ku li başûrê Kurdistanê rewşa herî ji hev parçebûyî heye, referandum anî rojevê. Ev yek jî dike ku mirov bi şik û guman nêzî polîtîkayên PDK’ê bibe. Di vê demê de pêdiviya herî mezin avakirina yekitiya neteweyî ye, lê referandumê wekî pêçavê biaêvje ser vê rewşa jevparçebûyî tev digere. Ev yek ne li gorî berjewendiya gelê kurd e. Îro di serî de li bakurê Kurdistanê, li hemû parçeyên Kudistanê têkoşîna azadî û demokrasiyê tê meşandin. Her çend li başûrê Kurdistanê statuya federasyonê pêk hatibe jî, ji jiyana kurdan a azad û demokratîk re temînatek nehatiye peydakirin. Ne xuya ye ka dê geşedanên li Rojhilata Navîn û Iraqê ber bi ku ve biçin. Rewşa başûrê Kurdistanê dê li gorî rewşa giştî ya tevahiya Rojhilata Navîn û têkoşîna li parçeyên din ên Kurdistanê bê diyarkirin. Heta ku li parçeyên din jiyana azad û demokratîk pêk neyê û welatên herêmê demokratîk nebin, destkeftiyên li başûrê Kurdistanê dê tim bi xetereyan re rû bi rû bin. Her wiha di serî de Kerkûk, rewşa gelek herêmên Başûr zelal nebûye. Di vê rewşê de divê peywira sereke pêkanîna yekitiya neteweyî be lê belê rêza girîngiyan hatiye tevlihevkirin. Em dev ji yekitiya li her çar parçeyan berdin, parçebûna li Başûr jî nehatiye çareserkirin. Pirsgirêkên gel di asta herî jor de ne. Piraniya gelê Başûr ji PDK’ê nerazî ye û xwedî bertek e. Di van şert û mercan de ev referandum hewl dide pirsgirêkan veşêre lê belê di pêşerojê de dê bibe sedema pirsgirêkên mezintir. Di vê serdema dawîn de ku Tirkiye hewl dide kurdan qir bike, lê PDK û Tirkiye îttifaqan çêdikin û ev yek jî gumanên têkildarî referandumê zêdetir dike." Cuma Pîr, herî dawî bal kişand ser lîstîkên AKP'ê yên li dijî PDK'ê û sorkirina wê ya li hemberî PKK'ê û wiha bi dawî kir: "Li Tirkiyeyê desthilata AKP’ê ji aliyekî ve li dijî referandumê derdikeve ji aliyê din ve ji bo ku PDK’ê li hemberî PKK’ê bi kar bîne bi devê çend noker û xayinan dibêje referandumê pir jî xirab nabînin. Ev yek jî referandumê dike parçeyekî lîstikeke li dijî kurdan. Ku welatên li herêmê bên demokratîkkirin û pirsgirêkên heyî wisa bên çareserkirin, dê bibe sedem ku kurd cihên ku lê ne xwe bi jiyaneke azad û demokratîk bi rê ve bibin. Netewedewleteke ku gelek warnişînên kurdan li derveyî xwe bihêle, dê ji bo kurdan ji feydeyê zêdetir zirarê bîne. Lewma jî gelê herêmên wekî Kerkûkê dibêje dê rewşa me çi lê bê? Bi referandumeke ku dê jiyaneke azad û demokratîk nede wan bawer nakin."