Bavê li cenazeyê kurê xwe digere: Li ser êşê me avahiyan venekin 2017-06-16 13:41:52 AMED - Di şerê li navçeya Sûrê de ciwanê bi navê Hakan Arslan jî jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî li ber Mizgefta Hasirliyê hatibû definkirin. 17 meh e agahî ji cenaze nayê girtin. Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim dê îro li Sûrê deriyê hin avahiyan vekira, bavê Arslan, Alî Riza Arslan bertek nîşanî Yildirim da û got ku "Li ser êşên me vekirinan nekin." Par li navçeya Sûrê ya Amedê "Qedexeya derketina derve" hatibû îlankirin û di şerê 22'yê Çileya 2016'an de Hakan Arslan jiyana xwe ji dest dabû û ev 17 meh e agahî ji cenaze nayê girtin. Piştî pevçûnan, dewleta tirk bi kepçeyan ket taxan û hemû tax û wêran kirin. Hikumeta AKP'ê ya ku bi dirûşma "Sûr bi hezkirin bilind dibe" qaşo xebatan li wir dimeşîne, dê îro bi hatina Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim li Sûrê hin vekirinan pêk pîne. Gelek avahiyên dîrokî û Malên Amedê yên ku qaşo hatine çêkirin, ji ber ku naşibe çanda herêmê, gelekî hatibû rexnekirin. Malbata Arslan a ku ji bo cenazeyê kurdê xwe bigirin, bi rêya parêzer gelek caran serî li Serdozgerê Komarê yê Amedê da, piştre parêzeran bi kesên li Sûrê hatin girtin re li girtîgehê hevdîtin pêk anîn û li gorî agahiyên girtiyan, cenaze li gel Mizgefta Hasirliyê û Taxa Hasirliyê hatiye definkirin. Ji bo cenaze bê dîtin serlêdanê malbatê berdewam dikin, lê li cihê ku tê gotin cenaze lê ye heta niha tu encam nehatiye bi destxistin. 'BILA DESTÛRÊ BIDIN MIN' Bav Alî Riza Arslan aşkera kir ku wan serî li Serdozgerê Komarê û Waliyê Amedê daye, lê ji wan re gotine ku 'cenaze tune' û dibêje ku "Teqes cenazeyê kurê min li Sûrê ye." Arslan destnîşan kir ku heke kes tiştekî nake, bila destûrê bidin wî ew lêkolîn bike û cenazeyê kurê xwe bibîne. Arslan herî dawî nerazîbûn nîşanî Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim jî da û piştrast kir ku li ser êşên wan avahiyan ava dikin û piştre tên vekirina van avahiyan dikin û xwest li ser êşên wan vê polîtîkaya qirej nemeşînin.