Li Lîcê leşkerek birîndar bû 2017-06-16 13:56:21 AMED - Leşkerên li navçeya Licê derketin operasyonê, li dijî wan êrîş pê hat û leşkerek birîndar bû. Hat diyarkirin li gundê Sagacikê ya navçeya Licê ya Amedê li dijî leşkerên tirk êrîşeke bombeyî pêk hatiye. Di êrîşê de herî kêm leşkerek birîndar bû û ew rakirin Amedê. Waliyê Amedê di saetên serê sibehê de aşkera kiribû ku li 39 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karazê qedexe îlankiribû.