Berkîn Elvan hat bibîranîn 2017-06-16 14:17:34 STENBOL - Zarokê bi navê Berkîn Elvan 4 sal berê îro dema diçû ji bo malbata xwe nan ji firinê bîne, bi fîşeka gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest dabû. Berkîn li cihê hat qetilkirin û li ser gora xwe bi bîranîn. Bav Semî Elvan aşkera kir ku heke wan hesabê Ceylan û Ugur bipirsiya dibe ku Berkîn nehata kuştin Di çalakiyên 16'ê Hezîrana 2013'an ên Geziyê de, Berkîn Elvan jî dema ji bo nan bibe malê, bi fîşeka gazê ya polîsan birîndar bûbû û 269 rojan di beşa leşgînde hatibû dermankirin. Berkîn di 11'ê Adara 2014'an de di 14 saliya xwe de jiyana we ji dest da. Elvan hem li cihê hatibû birîndarkirin û hem jî li ser gora xwe hat bibîranîn. Berdevka Piştgiriya Taksîmê Mucalla Yapicî, diyar kir ku polîsê ku Elvan qetil kir, bi rihetî li kuçeyan digere û wiha axivî: "Divê em kesên berdêl dane tu carî ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin. Di rûniştina yekemîn a di 6'ê Nîsanê de ne kesên ferman dayî, yên tetikêş hatin darizandin. Di rûniştina duyemîn a di 6'ê Tîrmehê de, ji bo edalet cihê xwe bibîne, divê her kes li ber Edliyeya Çaglayanê be." Bavê Berkîn Elvan, Samî Elvan jî axaftinek kurt kir û aşkera kir ku rewşa welat her roj xirabtir dibe û wiha axivî: "Berxwedana me ji bo hin zarokên din neyên kuştin didome. Heke me hesabê ji kujerên Ceylan û Ugur bipirsiya dê îro Berkîn nehata kuştin. Bila êdî zarokên din neyên kuştin."