Koçyîgît: Bila kesên binçavkirî serbest bên berdan 2017-06-16 14:18:05 STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit, bertek nîşanî binçavkirina 18 siyasetmedarên kurd da û xwest kesên hatine binçavkirin bi lezgîn serbest bên berdan. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî binçavkirina 18 siyasetmedarên kurd ên di navde Endama HDK'ê Zeynep Altinkayak, A. Baran Dag û Yekta Erpolat jî hene li avahiya HDK'ê ya Taksîmê civîna çapemeniyê da. Di civînê de Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu û Gulistan Kiliç Koçyigit, endama Lijneya HDK'ê Roza Kahya û Emin Orhan amade bûn. Di civînêde Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, diyar kir ku piştî tabloya 16'ê Nîsanê ku encama îktîdara AKP-Qesrê ye, telaşek mezin pêş ketiye û wiha got: "Xebatên Meclîsa Na li gelek bajarên Tirkiye berdewam dikin. Ji ber vê yekê fikarên îktîdarê zede bûn û binçavkirin zede kirin. Têkoşîna me ya hevpar dê bidome. Endamê Lijneya HDK'ê Abdurrahim Baran Dag, Yekda Dogan, Zeynep Altinkaynak jî di navde 18 kes di serdegirtina malan de bê pirs û lêpirsin hatin binçavkirin. Ji ber ku der barê wan de biryara veşartî heye em nikarin naveroka dosyayê fêr bibin. " Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit jî anî ziman ku Qesr û AKP bi pêkanînên keyfî zextên xwe berdewam dikin û wiha got: "Girtin û binçavkirin bi hemû hêza xwe berdewam dikin. hızından Li diji siyaseta demokratîk pêkanînên dijdemokratîk û dij hiqûqî didomin. Hemû hevalên me yên siyaseta demokratik didin, wekî îlegal tên pênasekirin. Em armanca sereke ya AKP’ê zanîn. Dixwazin siyaseta demokratik asteng bikin û faşizmê kûr bikin. Qesr û AKP li dijî hemû civakê hewldana darbeyê ye. Li dijî wekîlên HDP'ê di 4'ê mijdarê de operasyonan dest pe kir û her diçe mezin dibe. Hemû hêzên sosyalîst ên li cem siyaseta kurdan cih digirin dibin hedef. Em çalakiya CHP'ê ya "Meşa Edaletê" bi wate û bi qîmet dibînin û piştgiriyê didin vê çalakiyê. Roj roja têkoşîna hevpar e. Ev binçavkirin li dijî HDK'ê operasyona li dijî xebatên rêxistinbûnê ye. HDK bi hemû hevparên xwe dê ji vê rêyê venegere. Em li pişt hevalên xwe ne û em dixwazin wan bi lezgîn serbest berdin.