Li Stewrê 4 kes hatin binçavkirin 2017-06-16 15:01:18 MÊRDÎN - Li Stewrê di serdegirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin. Li taxa Barmanê ya Stewrê polîsan û tîmên tabet bi ser malan de girt. Di serde girtina malan de Mubarek Guneş, Bahar Aydin, Şukru Aydogan, Yusuf Algan hatin binçavkirin. Li gor agahiyan binçavkirin bi sedema parvekirinên medya ya civakî pêkhatine. Kesên hatîn binçavkirin birine miduryeta polîsan a Stewrê.