Beriya Serokwezîr bê Sûrê ceyran û av dan welatiyan 2017-06-16 15:03:20 AMED - Beriya ku Serokwezîr Binali Yildirim bê Sûrê ceyran û ava ji ser taxên Lalebey û Alipaşa hatibu qutkirin, dîsa dan taxan. Welatiyên Sûrê bertek nîşanî Yildirim dan û gotin: “Tenê zilm û mirin dan me. Bi çi rûyî tê Amedê. " Hikûmetê piştî der barê Sûrê de biryara xerakirinê da, ji bo welatiyan ji taxan vala bike av û ceyran ji ser wan qut kir. Rayedarên dewletê bi zorê av û ceyran ji ser welatiyan qut kir û xwest welatî warên xwe vala bikin. Lê tevî hemû zext û zordariyan welatiyên Sûrê bi biryarin ku warên xwe vala nekin. Tevî ku ceyran, av ji ser wan hatiye qutkirin û xaniyên wan tê xerakirin jî warê xwe û taxên xwe vala nakin. Balkêş e rayedarên dewletê av û ceyrana ku ji ser welatiyên Sûrê qut kiribûn, beriya Serokwezîr Bînalî Yildirim bê Amedê dîsa av û ceyran dan Sûrê. Beriya ku Yildirim bê Amedê li Amedê tedbîrên mezin girtin. Ceyran û ava ji taxa Alipaşa û Lalebey qut kiribûn dîsa dan welatiyan. ‘RESTORASYONA 3 ROJAN DI 2 MEHAN DE QELAS KIRIN' Esnafê tûtinê Alî Bayram, diyar kir ku xebatên wan ên restorasyonê ew mexdûr û perîşan kirine û wiha got: "Divê demek berî demekê ev restorasyon xelas bibe. Tenê dê kolanên li ber çavan restore bikin û yên din jî dê çavan boyax bikin. Restorasyona 3 rojan biqede 2 mehin didome. Dikanên me 2 mehin ji ber restorasyonê girtî ne. " Esnaf Ahmet Sayar jî anî ziman ku Serokwezîr di bin navê vekirinê de tê Amedê û têra xwe di axivin û diçin. Sûr li esnafan kirine zindan. Yên nakeve serê wan xera dikin. Em zerar dikin û kar nakin. Piştî ew qas Sûr xerakirin niha Serokwezîr tê Amedê çi? Tu aramî nedan Amedê. Çi karê wan li Amedê heye? 'TENÊ ZILM Û ÊŞ DAN ME' Esnaf Tuncay Çakici jî anî ziman ku rayedarên hikûmetê her carê tên gel dixapînin û diçin û wina got: "Ev polîtika xapandinê ye. 2 salin gelê Sûrê hemû cureyên zilmê dît. Xaniyê me xera kirin. Her tiştê me talan kirin. Ji bilî mexdûriyet, kuxtin û xerabiyê tiştekî din nedan gelê Sûrê. Bila neyên vir û destê xwe nedin Sûrê. Esnaf Remzi Ozdogan jî anî ziman ku ji ber dorpêç û êrîşên li ser sûrê nêzî 20 hezar mirov koç bûn û bertekên xwe anîn ziman. Şêniyê taxa Alipaşa Bibi Çetinkaya, anî ziman ku nêzî mehek e av û ceyran ji ser vir hatiye qutkirin û bertekên xwe anî ziman. Çetinkaya, Nêzî mehekê ye av û ceyran ji ser me qut kirin. Di meha remezanê de ceyran av qut kirin. Bila neyên vir. Bila ne avê qut bikin û ne jî werin vir saziyan ava bikin. Tu pêdiviya me ji wan tune ye. Şêniyê taxa Lalebeyê Fesih Tayurak jî bertekên xwe anî ziman û xwest êdî bes gel mexdûr bikin û ceyran û ava wan qut nekin.