Şaban Îba: Girtina parlementerên CHP'ê bi Berberoglû re sînordar nemîne 2017-06-17 09:22:32 BALIKESÎR - Rojnamger-Nivîskar Şaban Îba, diyar kir ku dê girtina parlementerên CHP'ê bi girtina Enîs Berberoglû re sînordar nemîne. Îba, anî ziman ku CHP "muxalefeteke kontrolkirî" dike û wiha got: "Pêşî divê CHP xwe ji vê rewşê xelas bike." Piştî girtina Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû meşa "Edaletê" da destpêkirin û ev meş didome. Rojnameger-Nivîskar Şaban Îba, tewra CHP'ê nirxand. Îba, anî ziman ku Serokwekîlê Koma AKP'ê bibîranîna gotina Kiliçdaroglû ya ji bo betalkirina destnedayînan ku gotibû "Li dijî Qanûna Bingehîn e, lê em ê bibêjin 'Erê'" mafdar e û wiha axivî: "Bi kurt û kurmancî niha AKP ji Kiliçdarpglû re wiha got 'me ev yek bi hev re kir, îjar ev çî ye'." Îba, bi bîr xist ku di vê mijarê de di serî de HDP her kes CHP û Kiliçdaroglû hişyar kiribû û wiha axivî: "Yanî bi zanebûnî pîvan tên xerakirin. Heke pîvan carekê bên xerakirin, êdî sînorê vî tiştî tune ye. Ev kar wek bûmerangê ye. Vedigere û li te dide. Niha tam jî ev tişt qewimiye. Me got 'Dê dor bê we jî' lê guh nedanê." Îba, diyar kir ku CHP hay ji vî tiştî hebû, lê li gel vê jî tiştek nedikir û wiha got: "Hîn jî CHP partiyeke dewletê ye, partiyeke muessesî, partiyek nîzamî ye. Di navbera AKP, MHP û CHP'ê de parastina nîzama muessesî, bi taybetî jî der barê HDP'ê de tevgereke wan a hevpar heye. Ji 2012'an heta niha ev her sê partî hema bêje di her mijarê de li gor heman tewrî tevgeriyan û taliya talî xwe gihand wan bi xwe û parlementerên wan hat girtin." Îba, diyar kir ku piştî betalkirina destnedayînan ji nav CHP'ê xwerexnedayîn dereng hatin dayîn û wiha got: "Ev mijar di MYK'ya CHP'ê de hatiye axaftin. Hin parlementer gotine em vê xwerexnedayînê bi awayekî sazûmaniyî jî bidin. Lê wek encam biryareke ku niha pêdivî bi vî tiştî tune ye û heke bivê ew ê paşê tiştekî wisa bikin derketiye holê. Ez ne li benda xwerexnedayîneke wisa me. Jixwe di dîroka CHP'ê de jî xwerexnedayîneke wisa tune ye." 'WÊ GIRTIN BI BERBERLÎOGLÛ RE SÎNORDAR NEMÎNIN' Îba, anî ziman ku girtina parlementerên CHP'î dê bi Enîs Berberlîoglû re sînordar nemîne û wiha domand: "Wisa difikirim ku dê hemû parlementerên CHP'ê yên çepgir bigirin. Wisa difikirim ku dê parlementerên çepgir ên wek Tanrikûlû (Sezgîn Tanrikûlû), Eren (Eren Erdem) bên girtin. Ev bi temamî polîtîkaya bêndengkirina muxalefetê ye. AKP, vî tiştî pir bi zanebûnî dike. Berê bi awayekî hûrgiliyane li ser her tiştî hatiye fikirîn û bi planî tê kirin. Li Qesrê gelek kesên ku li CIA'yê (Teşkîlata Îstixbarata Navendî/Îstixbarata DYA) perwerde dîtine hene. Piraniya vana jî çepgirên berê ne. Girseyan jî ditirsînin. A rast çavtirsandin jî mirovan ditirsîne. Lê gelo dê ji vî tiştî berxwedaneke girseyî, Geziyek derkeve yan? Ez wisa difikirim ku dê CHP destûra vê jî nede... Diviya ne ji Enqereyê ber bi Stenbolê, diviya ji hemû Tirkiyeyê bihatana xwestin ku ber bi Enqereyê ve bimeşin. Tabî şiklê Gandhî li vê meşê bar dikin. Lê wesfa tevgera Gandhî ne tiştekî wisa bû. Gandhî girse dan pişt xwe û tiştekî wisa kir. Lê Kiliçdaroglû naxwaze girse ji malê derkevin... Te dî CHP dibêje 'derbeya kontrolkirî', ya CHP'ê jî heta niha 'muxalefeta kontrolkirî' ye. Pêşî divê CHP'ê xwe ji vê rewşê xelas bike. Ji bo ev meş encamê bide, muxalefeteke çalak divê." 'ENIYEKE BERFIREH DIVÊ' Îba, diyar kir ku ji bo CHP encamê wergire ji wê pêvtir li pêşiya wê asteng tune ne û banga "Eniya Demokrasiyê" ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist û wiha domand: "Pêşniyara 'Eniya Demokrasiyê' ya Demîrtaş pêşniyareke girîng e û di cih de ye. Lê belê, tenê ne CHP divê hemû rêxistinên çepgir bersiva vê bidin. 'Eniya Demokrasiyê' eniyeke bivê nevê ye. Di 3 salên dawî de AKP'ê 3 darbe pêk anîn. Darbeya 1'ê Mijdara 2015'an, Darbeya 15'ê Tîrmehê û Darbeya Referandûmê. Ev pêkanîn hemû encamên van darbeyan e û darbe didome. Îro Kiliçdaoglû jî di daxuyaniyên xwe de wiha dibêje, 'Ev darbe ye, ev dîktatorî ye.' Ma qey AKP niha bû dîkta an Kiliçdaroglû nû hay jê çêbû? Gotinek heye, 'navê wî ma yadîgar'. Yanî parlemento yan jî bi navê temsîlê tu tişt nema. Êdî dîktatoriya yekzilamî heye. Tirkiye di şert û mercên OHAL'ê de bi rejîmeke awarte tê birêvebirin. Ji ber vê eniyeke berfireh divê. Wê ev jî bi beşdarbûyîna derdorên demokrat, şoreşgeran pêk bê. Helbet eniya 'Na'yê bi tena serê xwe têr nake. Yanî mirov dikare bibêje ku ne enî bû jî. Her kes li cihê ku lê bû tevrê xwe nîşan dida. Di nav vê de MHP, CHP, Partiya Vatanê û hin komên çepgir hebûn. Lê li vir aktora sereke HDP bû. Motora sereke ya vî karî HDP ye. Çi dibe bila be bêyî HDP gav nayê avêtin. Ji ber vê divê CHP êdî li gel HDP'ê cih bigire."