Zarokên girtiyê nexweş: Bavê me berdin 2017-06-17 09:23:24 COLEMÊRG - Girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş tedawiya wî nîvco hat hiştin û dubare ew birin Girtîgeha Şakranê. Sevmîş, li hucreyeke yekkesî tê ragirtin. Zarokên Sevmiş, bang li rayedaran kirin û gotin: "Bavê me yê nexweş berdin." Girtiyê bi navê Giyasettîn Sevmîş ku nexweşîna Wîlsonê lê peyde bûye û li Girtîgeha Jimare 4'an a Şakran a Alîagaya Îzmîrê tê ragirtin, di 1'ê Hezîranê de ew rakiribûn Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Ataturkê ya Yeşîlyûrta Îzmîrê. Hat diyarkirin ku tedawiya Sevmîş nîvco hatiye hiştin û ew xistine hucreyeke yekkesî. Malbata Sevmîş bertek nîşanî vê rewşê da û ji bo bê berdan bang li rayedaran kirin. ‘RAPORA WÎ JÎ HEYE, LÊ DÎSA JÎ NAYÊ BERDAN' Sûltan Sevmîş, hevjîna girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş ku 11 sal in di girtîgehê de ye, got ku di 11'ê Adara 2014'an de Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" daye hevjînê wê. Sevmîş, got ku rapora hevjînê wê heye, lê dîsa jî nehatiye berdan. ‘ZAROKÊN MIN NIKARIN SERDANA BAVÊ XWE BIKIN' Sevmîş, anî ziman ku ev saleke ku wê 2 caran serdana hevjînê xwe kiriye. Sevmîş, got ku li herêmê gelek girtîgeh hene, lê hevjînê wê şandine Îzmîrê. Sevmîş, dest nîşan kir ku bi vî awayî hem girtî hem jî malbat tên cezakirin û wiha got: "Ji ber ku zaf dûr e û rewşa me ya aborî tune ye, nikarim zarokên xwe bibim. An divê ev rapor esas bê girtin û bê berdan an jî divê wî bişînin girtîgeheke nêzî herêmê." Sevmîş, anî ziman ku piştî hevjînê wê hatiye girtin, xesûya wê nexweş ketiye û 3 meh berê bêyî ku kurê xwe bibîne miriye. ‘BILA BAVÊ ME BÊ BERDAN' Helîn Sevmîş ku dema bavê wê hat girtin yek salî bû wiha got: "11 sal in bavê min di girtîgehê de ye. Ji bo ku ez wî bibînim, dixwazim wî bînin girtîgehek nêzî me." Keça wî ya mezin Pelîn Sevmîş jî wiha bang li rayedaran kir: "Dixwazim her kes xwe têxe şûna me û têbigihêje ku 11 sal in em çawa bê bav dijîn." 'DIZANIN BAVÊ MIN NEXWEŞ E, LÊ...' Nevîn Sevmîş jî wiha axivî: Ma kî naxwaze bavê wan ne li cem wan be. Kî naxwaze wî hembêz û maç bike. Her kes dixwaze li cem bavê xwe be. Dema em di rê de kesên ku tevî bavê xwe dimeşin dibînin, dilê me diêşe. Yanî herî kêm divê ewqas ne li dûra bûna, belkî me ew bidîtana. Dixwazim bigere û em biaxivin. Lê baş dizanin ku bavê min nexweş e. Dixwazim bê berdan."