Girtiyê nexweş Ensarî Bor, 2 meh in naşînin nexweşxaneyê 2017-06-17 09:24:20 WAN - Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Wanê, 2 meh in girtiyê nexweş Ensarî Bor bi gotina "li benda dora xwe bisekine" naşînin nexweşxaneyê. Girtiyê nexweş Ensarî Bor ku ji sedî 70 rapora wî ya berastengiyê heye û li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin, 2 meh in li benda sewqê ye. Bor ku di serdegirtina mala xwe ya li Çewligê de hat binçavkirin û di 4'ê Nîsanê de bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" hat girtin, dema 13 salî bû di qezayeke trafîkê de birîndar bû û ji wê çaxê ve ji milê xwe yê çepê ve berasteng e. Her wiha 3 sal berê jî ji ber werimandin û kîstê jî gurçikek Bor hat wergirtin û niha pişêkên wî li ber îflasê ne û ji ber ku di gurçika wî ya rastê de jî kevir heye, tim sancû pê digirin û ji ber vê bi zorê bêhnê distîne. Li gel vê jî ev du meh in ku îdareya girtîgehê ji Bor re dibêje "li benda dora xwe be" û sewqa wî ya nexweşxaneyê bi derengî tê xistin. ‘LI SER ÎDIAYÊN BÊBINÎ HATIM GIRTIN' Bor banga hestiyariyê li raya giştî kir. Bor, diyar kir ku ew li ser îdiayên bêbinî hatiye girtin û wiha got: "Ehliyeta min tune ye û min heta niha qet wesayît bi kar neaniye. Ev baş tê zanîn û her wiha ji sedî 70 jî rapora min heye. Li gel vê jî tê îdiakirin ku min malzemeyên jiyanî yên bi sedan kîloyî bi tena serê bi transîtekê ji endamên rêxistinê re birine. Ev hincetên bêbinî ne. Li Çewligê bi komploya polîsên MÎT û TEM'ê û kesên bi wan re dixebitin hatime girtin. Berê jî heman kes ez hedef girtibûm, 4 meh berê 5 sal û 6 meh ceza li min hatibû birîn û hatibûm tehliyekirin. Lê mixabin dîsa ez hedef girtim û hatim girtin." DI BIN ÇAVAN DE HENEKÊ XWE PÊ KIRINE Bor, diyar kir ku dema ew li Fermandariya Cendirmeyan a Çewligê di bin çavan de dihat ragirtin, leşkeran tim heqaretî wî kiriye û wiha axivî: "5 rojan li nêvengeke sar û biritam hatim ragirtin. Ji ber serma û ritamê sancû zêde bûn û min ji leşkeran re got 'min bibin nexweşxaneyê'. Lê ew bi min keniyan û henekên xwe bi min dikirin û digotin 'Bisekine em ê te bibin', lê ez nebirim." 2 MEH IN LI BENDA SEWQÊ YE Bor, diyar kir ku daxwaza wî ya sewqkirina nexweşxaneyê bi hincetên kêfî tê astengkirin û wiha got: "Li Girtîgeha Çewligê jî û li vir jî bi heman hincetan ev 2 meh in li benda sewqê me. Dema min birin revîrê, digotin 'dor pire, tu yê 2 mehê din jî bisekinî'. Lê her diçe rewşa min xerabtir dibe. Bi şev nikarim rakevim, sancûyên min zêde dibin û bi zorê bêhnê distînim." BANGA HESTIYARIYÊ Bor, bang li parêzvanên mafên mirovan û raya giştî kir û wiha axivî: "Rewşa tenduristiya min û berastengiya min li holê ye. Ji bo di şert û mercên baş de bêm tedawîkirin divê ez bi awayekî negirtî bêm darizandin. Bereksê vê dê pirsgirêkên min ên tenduristiyê xerabtir û girantir bibin. Jixwe li vir bi saya hevalan pêdiviyên xwe yên şexsî bi cih tînim. Ji bo vê banga hetsiyariyê li her kesî dikim. Divê edalet ji bo her kesî wek hev be." Selman Keleş - dihaber