Meclisê pêşniyarnameya têkildarî îşkenceya li Sacilik hat kirin red kir 2017-06-17 09:25:15 ENQERE -Li Kolana Yukselê polîsan şidet li Kezban Saçilik kiribû û polîsekî pehîn li ser çavê wê xistibû. Serokatiya Meclîsê diyar kir ku ev pêkanîn ne li gor Rêznameya Hundurîn e û pêşniyaznameya ku di vî warî de hat dayîn nexist rojevê û îade kir. Li Kolana Yukselê li ber kamerayan Kezban Saçilik (dayika Velî Saçilik) bi erdê ve hatibû kişandin û polîsan şidet lê kiribû. Serokatiya Meclîsê, diyar kir ku tiştên ku hatine serê Kezban Saçilikê ne li gor Rêznameya Hundurîn in. Di 24'ê Gulanê de dema Saçilik tevî kesên ku ji bo piştevaniya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ber Yukselê ve diçû, di mudaxileya polîsan de bi erdê ve hatibû kişandin û di dîmenan de jî derket holê ku polîsek bi pehînan li ser çavê wê dide. Li gel Saçilikê, di mudaxileyê de polîsan bi porê Bîlge Yilmazê jî girtibûn û ew bi erdê ve kişandibûn. Li ser vê Berdevkê HDP'ê û Parlementerê Rihayê Osman Baydemîr, der barê van pêkanînan de pêşniyaznameyek berpêşî Serokwezîr Bînalî Yildirim kiribû. Lê belê, Serokatiya Qanûn û Biryarên Meclîsê ev pêşniyaznameya Baydemîr bi hinceta "ne li gor rêznameya hundurîn" e îade kir. Baydemîr di pêşniyaznameyê de ev pirs berpêşî Serokwezîr Yildirim kiribûn: “*Der barê polîsê ku Kezban Saçilikê bi erdê ve kişand û pehîn li ser çavên wê dan tu lêpirsîneke edlî-îdarî hatiye destpêkirin an na? Dê ev polîs peywira xwe bidomîne yan? *Der barê polîsê ku Bîlge Yilmazê bi erdê ve kişand û ew derb kir tu lêpirsîneke edlî-îdarî hatiye destpêkirin an na? Dê ev polîs peywira xwe bidomîne yan? *Ew polîsên ku li navendên polîsan bi pehîn, kulman û heqaretan bi ser kesên hatine binçavkirin de diçin û ji wan re dibêjin 'mafê me yê îşkencekirinê jî heye' kî ne? Der barê van polîsan de tu lêpirsîneke edlî-îdarî hatiye destpêkirin an na? Dê ev polîs peywira xwe bidomîne yan? Serokatiya Qanûn û Biryarên Meclîsê parast ku îfadeyên der barê êrîşa polîsan de hatine bikaranîn û pirsa yekemîn a pêşniyaznameya Baydemîr "ne li gor rêznameya hundurîn" e û îade kir.