Piştevaniya ji bo Zarokên Sûrê: Divê zarokên Sûrê li kuçeyên Sûrê bin 2017-06-17 09:25:54 AMED - Zarokên Sûra ya 103 rojan bû hedefa tang û topan, hîn travmaya şer ji ser xwe neavêtine. Niha bi gefa rûxandinê û dûrxistina ji kuçeyan re rû bi rû ne. Ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê Elvan Koçer ku ji bo zarokan çalakiyên piştevaniyê li dar dixin got: "Veqetîna ji kuçeyan, hepskirin e. Divê zarokên Sûrê li kuçeyên Sûrê bin." Li Sûra Amedê di 28'ê Mijdara 2015'an de "qedexeya derketina kolanan" hatibû îlankirin û di dema vê qedexeyê de tam 103 rojan navçe bûbû hedefa tang û topan. Ji ber van pêkanînan gelek zarok ji mafên xwe yên perwerdehî û civakiyî hatin mehrûmkirin û koçber bûn û bi sedan zarok jî ji ber vî şerî hîn jî travmaya tang û topan ji ser xwe neavêtine. Zarokên ku piştî bidawîbûna qedexeyê vegeriyan malên xwe, bi kuçeyên nenas re rû bi rû man. Zarokên taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên ku piştî demekê li ser kavilên malên xwe qadên lîstikê ji xwe re çêkirin, niha ji ber rûxandina ku li taxên wan didomîne bi gefa ku dê ji kuçeyên xwe veqetin re rû bi rû ne. Ev zarokên ku nesîbê xwe ji her cure neyîniyên nêvenga pevçûnî wergirtin, cara ewil e ku bi çalakiyên ku ji aliyê lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê hatin destpêkirin bi piştevaniyê re nasîna wan çêbû. Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê ji bo zarok travmaya şer ji ser xwe bavêjin bi wan re lîstin. Lîstik bi saetan domandin û piştî lîstikan zarokan destê xwe di nav boyaxan rakirin û dest bi boyaxkirinê kirin. Koçer, anî ziman ku wan bi zarokan re her cure lîstik nelîstine û wiha axivî: "Mînak, em bi zarokan re nikarin lîstika teqandina nepoxan bilîzin. Dema balon biteqin, weziyeteke tirsê xwe dide der. Dengê teqînê zarokan dibe wan rojên dijwar ên pevçûnî. Travmaya ji ber pevçûnan li zarokan peyda bûye, hîn jî didome. Ev tirs, bandora ku şopên şer li ser zarokan hiştiye derdixîne holê." Koçer, got ku armanca wan ew e ku bi piştevaniyî zarokan ji şer û pevçûnan dûr bixin. Koçer, ragihand ku li gel hemû pêkanînên salên dawî jî zarokên Sûrê xwedî enerjiyeke zaf baş in û wiha got: "Hûn nikarin enerjiya zarokan, bi rûxandina malên wan hepsî daîreyên apartmanan bikin. Divê zarokên Sûrê ji kuçeyên Sûrê neyên veqetandin. veqetîna ji kuçeyên ku lê mezin bûne, tê wateya travmayeke din. Ev hepskirina zarokan e." Ozgur Paksoy - dihaber