Polîsên Hazar perçe kirin û bedena wê bi xwişka wê dan komkirin 2017-06-17 09:26:11 AMED - Pakîze Hazar ku dema ji bo meaşê xwe yê extiyariyê bistîne çû Licê, wesayîta zirxî ya polîsan ew eciqand û kuşt. Xwişka wê Hasret Yaşarer ku bi tesadufî bû şahidê eciqandina xwişka xwe, ragihand ku polîsan kisîkek reş daye wê û jê xwestine ku lebatên xwişka xwe yên li hawirodorê belavbûne berhev bike. Di demên dawî de li bajarên herêmê bûyerên ku wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran welatiyên sivîl diecqînin zêde dibin. Herî dawî li Licêya Amedê wesayîta zirxî ya polîsan Pakîze Hazar a 85 salî eciqand û kuşt. Kolana ku bûyer lê qewimî, nêzî salek berê bi biryara Qeymeqamtiya Licê ji her du aliyan ve jî bi bariyerên betonî hatibû girtin. Wesayîta zirxî ku li kolanê tu wesayît tune bûn, Hazarê eciqand û qetil kir. JI BO MEAŞÊ XWE WERGIRE DIÇÛ Hazar tevî hevjînê xwe li Gundê Korxeyê dijiya û ji bo meaşê xwe wergire hatibû navenda navçeyê. Derket holê ku dema ku xwestiye biçe PTT'ya ku li serê kolana bûyerê lê qewimiye, di bin wesayîta zirxî de maye. Şahidên bûyerê gotin ku bêyî raweste wesayît demildest ji cihê bûyerê dûr ketiye û paşê polîsên Muduriyeta Polîsan a Navçeyê hatine cihê bûyerê. BI TESADUFÎ RASTÎ CENAZEYÊ XWIŞKA XWE HAT Piştî ku Hazar jiyana xwe ji dest da, bûyereke dramatîk qewimî. Xwişka Hazarê, Hasret Yaşarer a 80 salî jî, ji bo meaşê xwe wergire ji gundê Yamaçê hatibû navenda navçeyê. Yaşarer, anî ziman ku ew di kolana ku bûyer lê qewimî re ber bi PTT'ê ve diçû. Yaşarer, anî ziman ku wê dît ku li nêv kolanê wesayîta zirxî li jinekê qeliband û piştî ku wesayîta zirxî nesekineye ew ji bo alîkariyê ber bi jinika ku wesayît lê qelibiye ve baz daye. Yaşarer, diyar kir ku dema ew çûye dîtiye ku ya wesayît pêlê kiriye xwişka wê ye û wiha got: "Nêviyê bedena wê peremperçe bûbû. Perçeyên wê li hawirdorê belav bûbûn. Pêşî tam min pê dernexist, lê min ji pêlav û kincên wê derxist ku ew jinik xwişka min e." Yaşarer, anî ziman ku dema wê xwişka xwe di wî halî de dîtiye bi xwe nikaribûye û polîsên ku hatin cihê bûyerê xwestine wan dûr bixin. Yaşarer wiha domand: "Min ji polîsan re got xwişka min e. Pêşî bawer nekirin, paşê nasnameya min û xwişka min dan ber hev. Paşê polîsek hat cem min û got, 'Belê xwişka te ye.'" LEBATÊN XWIŞKA WÊ JÎ PÊ DAN BERHEVKIRIN Yaşarer, anî ziman ku hayê wê jê tune bûye ku xwişka wê li Licê bûye û wiha got: "Paşê polîs kîsikekî reş dan min û gotin 'Perçeyên xwişka xwe berhev bike'. Min jî perçeyên wê yên li derdorê belav bûbûn berhev kirin û dan polîsan. Wê kêliyê tim min şopandin. Paşê ji xwe ez ji ser hişê xwe ve çûbûm. Dema min çavê xwe vekir, min dît ez li nexweşxaneyê me." ‘BI ZANEBÛNÎ ECIQANDIN' Yaşarer wiha got: “Xwedê heqê xwişka min li cem wan nehêle. Wesayît di ser re çûye. Dest û lingên wê jêbûbûn. Kî vê wehşetê qebûl dike. Kolaneke fireh bû. Bi zanebûnî xwişka min eciqand." ‘NE QEZA YE' Mehmet Hazar, kurê Pakîze Hazar, dema bûyerê dibihîse ji Stenbolê tê Licê. Hazar, got ku jê re gotine ku qeza çêbûye. Hazar, dest nîşan kir ku ev bûyer ne qeza ye û wiha got: "Tenê daxwaza me, ew e ku huqûq li erdê nemîne. Heke hebe em dixwazin edalet cihê xwe bibîne. Divê ev wisa nemîne. Çimkî dayika me ya feqîr û belengaz bêyî sûc, belaheq û belasebeb ji me stendin." Hazar, bi bîr xist ku berê jî li navçeyê wesayîta zirxî jinekê bi giranî birîndar kiribû û li wesayîta welatiyekî xistibû û wiha got: "Ew dibêjin ji xwe em çi bikin jî dê kes tiştekî neke. Em ê dev ji vê bûyerê bernedin. Tim ser bûyerên bi vî rengî hatin girtin. Êdî em dixwazin dawî li bûyerên bi vî rengî bên. Em dixwazin ceza li berpirsiyaran bê birîn." Veysî Hazar, kurê Hazarê, jî wiha got: "Li vê cîhanê ji bo min ya herî biqîmet diya min bû û wê belaheq û belasebeb li nêv kuçeyê qetil kirin. Em gilîdar in. Heta ku berpirsiyar neyên darizandin em ê dev jê bernedin." Nuri Akman - Dihaber