Ji kesên li pêş re ceza yên li pişt re berat 2017-06-17 09:27:11 AMED - Bi hinceta tev li daxuyaniyên xwerêveberiyên cewherî yên li naçeya Sûrê bûne, hevşaredarên Sûrê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barut jî di nav de ji 4 kesan re 11 sal 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Dadgeha ku ji kesên li pêş de cih girtine re ceza birî, lê li kesên li paş girseyê di daxuyaniyê de cih girtine re jî berata wan xwed. Di 14'ê Tabaxa 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê "xwerêveberî" hatibû îlankirin û bi hinceta tev li daxuyaniyê bûne, li hevşaredarên Sûrê Seydî Narîn û Fatma Şik Barut, Hevserokê DBP'a navçeyê Alî Riza Çîçeklî û xebatkara Akademiya Jinê Guneş Olmez re, bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne", 11 sal 3 meh cezayê girtîgehê birî. Daraza ku ji hêla 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve dihat kirin, di biryara 45 rûpelî de, tê îdia kirin ku van kesan li navçeya Sûrê di bin navê "Meclisa Gel a Sûrê" de li gorî daxwazên PKK û KCK'ê xebat kirin û tev li biryara "xwerêveberiyê" bûne û bi vê armancê ceza li welatiyan hatiye birîn.